Wekîla HDP’ê Zuleyha Gulum got nûçe têne ber destê wan ku li girtîgehan rîsk berbelav dibe û heke demildest mudahele neyê kirin ji her mirina li girtîgehan berpirs wê dewlet be.

Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir li gel ku wan gelek caran ragihandine ku ji ber vîrûsa koronayê rîsekeke mezin li ser girtîgehan heye û dibe ku gelek kes ji ber vê mirin jî ti kesî guh nedaya wan, wan ji destpêka pandemiyê ve tim gotine di serî de girtiyên nexweş, hemû girtî divê bêne berdan lê guherîna înfaza cezayê bi rengekî hiqûqa dijmin hatiye derêxistin û niha ji ji hemû girtîgehan agahî tê ku vîrûs li girtîgehan berbelav bûye.

Gulum bi bîr xist heta ku testa 120 girtî pozîtîf derketiye, nexsim li Girtîgeha Silivriyê rewş krîtîk e. Gulum diyar kir piştî ku malbatan û parêzeran ev rewş ragihandin dozger ragihandiye ku testa 42 girtiyan pozîtîf derketiye û 2 ji van rakirine nexweşxaneyan. Gulum got, ”Li ser girtîgehan rîsekeke mezin heye. Ji ber ku nikare îzolasyona sosyal bi cih bînin. 30-40 kes li eynî koxuşan dimînin. Heke kesek jî nexweş bikeve hemû girtiyên li koxuşê wê pê bikevin.”

Gulu bi berdewamî diyar kir pergala xweragiriyê ya girtiyan ne baş e, ji ber ku demeke dirêj li girtîgehê dimînin hema hema bi hemû girtiyan re nexweşiyên kronîk hene û gelek girtî hene ku rewşa wan a mîna ya Sabrî Kaya girran e. Gulum diyar kir li gel vê rewşa krîtîk neberdana girtiyan û bi derengîxistina biryara li ser vê babatê ya Dadgeha Bilind nayê qebûlkirin.