Hêzên beşdarî Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûn, li kampa Holê civîna çapemeniyê li darxistin, li ser operasyonê agahî dan.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat dayîn û wiha hat gotin: Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPJ û hêzên Hevpeymana Navdewletî, di 27`ê Çileya borî de Qonaxa Seyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê dan dest pê kirin.

Di encama operasyonê de, bi dehan şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî û hevkarên wan hatin girtin. Gelek çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin.

Serçeteyê bi navê Ebû Sufyan Elhêbî ku berpirsê çeteyan di hundir kampê û derve bû, tevî çeteyekî din hate kuştin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku roleke pêşeng di vê operasyonê de lîst, bi çalakiyeke taybet jineke Êzidî Kovan Îdo Xorto ya beriya 10 salan ji aliyê DAIŞ`ê ve di hatibû revandin, rizgar kirin.

Di heman demê de gelek çete li gel serçeteyê bi navê Ebû Ebdilhemîd hatin girtin.

QSDê destnîşan kir ku operasyonê 10 rojan dewam kir û got; Weke tê zanîn, operasyona me rê li ber planên çeteyên DAIŞ`ê ku dixwestin xwe bi hêz bikin û dest danin ser kampê û derdora wê, da ku kirinên xwe di hundirê kampê û derdora wê de pêk bînin, girt.

Jixwe armanca me ya sereke ew bû ku em dorhêleke ewle û aram di kampê de peyda bikin. Vegerandina malbatên DAIŞ`ê ji bo welatên wan jî mijareke girîng e. Divê hemû welatên ku hemwelatiyan wan li vir in werin û hemwelatiyên xwe bigirin û bibin.

QSDê bilaçoya encamê jî wiha eşkere kir: 85 çete û alîkarên wan hatin girtin. 8 kalaşnîkov, 4 mayîn, 2 rextên teqemeniyê, 7 bombeyên destan, 25 funye, guleyek Bisfingê û hejmarek cebilxane û hejmarek ji kel û pelên leşkerî, gelek madeyên hişbir û 5 tunel jî hatin dîtin û tunekirin.