Hevseroka KCD’ê Leyla Guven got: “Dewleta terorîst ew e ku gelê xwe birçî dihêle û di bodrûmên Cizîrê de mirov şewitand.”

Şaxa Amedê ya Odeya Endezyarên Avahiyan hilbijartina xwe ya desteya giştî li dar xist.Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven û nûnerên saziyên sivîl jî tevlê bûn.

Serokê Şaxê Mûrat Demîr di destpêkirina Desteya Giştî de axivî û got: “Di vê serdemê de ya ku bi desthilatdariya AKP’ê hate birêvebirin li ser pîşe û gelên me zextên mezin hate kirin. Desthilatdariya heyî bi çavê xeterebûnê li destkeftiyên gelê Kurd dinihêre û êrîşî Rojava dike.”

GUVEN: LI WELAT KRÎZEKE MEZIN HEYE

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî diyar kir ku li welat krîzeke mezin heye û got: “Di nav civakê de bêkarî û birçîbûn heye. Ev kêşeyên civakî hemû jî elarm in. Heta ku doza Kurdan neyê çareserkirin wê ev kêşe bidome.

Em hene, ziman û nasnameya me heye. Em Kurd in û navê axa me Kurdistan e. Li vî welatî hemû kes bûne ‘terorîst’. Yên ku gelê xwe birçî dihêlin û di bodrûmên Cizîrê de gelê xwe dişewitîne, ew terorîst in. Yên ku cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li erdê hiştin, ew terorîst in.”