Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar.
Rêxistina mafê mirovan navên kesên hatine revandin wiha rêz kir.
Ebdurehman Şeref ê 62 salî, Salan Dilo ê 58 salî û Ziyad Şeref jî 49 sali ye.
Hêjayî gotinê ye
li Efrîna ji 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, sûcên qetilkirin, revandin, qirkirina xwezayê, talankirin û guhertina demografiyê dewam dikin.
Dagirkeran di Çileyê de li Efrînê 4 kes qetil kirin û zêdetirî 50 kes revandin.
Di sibata îsal de jî 4 kes qetil kirin, 27 kes revandin û 800 dar birîn.