Navenda Ragihandina QSDê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir.

Navendê diyar kir ku di êrişan de, tiştek bi hêzên wan nehatiye û cihên hatine hedefgirtin jî hêzên wan tunebûn.

Qadên ku hedef hatine girtin gelê herêmê ye û di encamê de, 8 welatî şehîd bûn û 20 welatî jî birîndar bûn.

Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst, dewama êrîşên qirkirinê yên 23ê Kanûnê ne û bê rawestandin dewam dikin.

Ev êrîş gelê me, çavkaniyên aboriyê û saziyên demokratîk yên ku gelê me bi derfetên xwe yên bi sînor avakirina dikine armanc.

Dewleta Tirk a faşîst û şefê wê Erdogan bi rêbazên herî qirêj raya giştî ya hundir û derve dixapîne.

Xwe disipêrin derewa ku dibêjin êrîşî hêzên QSD’ê kirine û ji hêzên QSD’ê gelek windahî çêbûne.

Ev ne rast e. Pêwîste gelê me û tevahiya raya giştî ya cîhanê zanibe ku weke QSD’ê ti windahiyeke me çênebûye.

Li deverên êrîş pêk hatine hêzên me yên eskerî nebûn. Yên hatine hedefgirtin gelê me ye.

Em bêdengiya Hêzên Koalîsyonê û Rûsyayê ya li hember van êrîşan rast nabînin.

Em li bendê ne, li hember van êrîşan helwestê bigirin.