Parlamentera HDP’ê ya Edene Tulay Hatimogullari têkilî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 19 sal in didome ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Hatimogullari got tecrîd li vî welatî yek ji binpêkirina herî giran a mafê mirovan e û domand, ”Heta niha ev 19 sa lin li Imraliyê li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Lê tecrîda di nav tecrîdê de li ser danîne. Nahêlin ku parêzerê xwe jî bibîne. Li gel vê li gorî agahiyên ku hatin ber guhê me cezayê disîplînê jî li ser danîne. Ango tecrîd di nav tecrîdê de cezayê disîplînê jî heye. Mirov nikare vê rewşê qebûl bike.”

‘SERLÊDANAN TIM RED DIKIN’

Hatimogullari got, ”Di nav atmosfera polîtîk de ku hevsengên navnetewî têne danîn peywira girîng jî dikeve ser DMME” yê û diyar kir serlêdanan li wir jî tim têne redkirin.
Hatimogullari wiha axivî: ”Bi qasî ji vir tê fêhmkirin DMME jî nirxandineke bi tenduristî nekiriye. Tê dîtin li gorî şertên berdest li gorî hevsengên siyasî dibe xwedî helwestê. Helbet peywireke girîng dikeve ser milê CPT’yê. Li gel gelek caran bang hatiye kirin jî komîteya êşkenceyê bi rengekî jidil ti xebat nekiriye.”

‘DIVÊ DAWÎ LI BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN WERE’

Hatimogullari bi berdewamî got:

”Ev tecrîd her wiha sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Em baş dizanin ku hikûmet û dewletê bi taybeyî dema muzakereyên Birêz Ocalan muxatab gritiye û pê re rûniştiye. Dema ku pişta xwe da masê û dawî li Mutebaqata Dolmabahçayê hatî, di meseleya çareseriya Kurdan de dîsa vegeriyan ser rêbaza tundiyê, wê demê jî tecrîd kete rojevê. Banga me ev e; divê demildest dawî li vê binpêkirina mafê mirovan were. Divê bihêlin ku Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Helbet ji bo ku ev atmosfer çêbibe, divê di çareseriya meseleya Kurda de divê vegerin ser rêya aştiyane.”

‘MESELEYA KURD YEK JI PIRSA KRONÎK A VÎ WELATÎ YE’

Hatimogullari got bidawîbûna Mitebaqata Dolmabahçayê ne daxwaza vîna siyasî ya gelê Kurd e û domand, ”Ji aliyê xwe ve mase rakirini. Ev banga me ye, bila mase dîsa were danîn. Bila bi diyalogê pirs werin çareserkirin. Pirsa Kurd pirseke kronîk a vî welatî ye. Tiştekî ku her carê em dixwazin bibêjin, dîsa em dixwazin dubare bikin; îro yek ji sedema sereke ya ku kirî siyaseta Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn îflas bike ew e ku bi rêyên demokratîk nêzîkatiyê li pirsa Kurd nake û Kurdên ku li Tirkiyê dijîn ne xwedî mafên welatîbûna wekhev in.”