ÎDIR – Li gorî dane û girtekên HDP’ê li dijî îtîfaqa hemû partiyên bi MHP’ê re bûn yek li Îdirê HDP bi ser ket. AA. jî 3 saet şûnde dane parve kirin. Li gorî daneyên AA jî HDP li Îdire bi ser ket.  HDP’ê diyar kir ku di hilbijartina rêveberiya herêmî ya Îdirê de HDP li dijî îtîfaqa AKP-MHP-İyi Partiyê bi ser ketiye. HDP’ê destnîşan kir ku li gorî girtekan li Îdirê Namzetên HDP’ê yên Îdirê Yaşar Akkuş û Eylem Çelik bi ser ketine. Li gorî girtekên HDP’ê, HDP ji sedî 50,69 û MHP jî j sedî 47,42 deng stendiye. AA. jî piştî 3 saet şûnde hêj nû dane parve kirin. Li gorî daneyên AA jî HDP dîsa bi ser ket.  Beriya Hilbijartinê Îyî Pardi li hemberî AKP û MHP’ê namzetê xwe paşve kişandibû û 3 partî li hemberî HDP’ê bûbûn îtîfaq.   Parve bike: