Paolo Ferrero ji ANFê re axivî û got; Tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqiyek mezine.
Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze îradeya birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd bişikîne.
Abdullah Ocalan ramangîr, rewşenbîr, şoreşger û fîlozofekî Kurd yê pêşenge.
Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, dişibe pêkanînên desthilatdariya faşîst a Îtalya Mussolînî ya li dijî nivîskar, teorîsyen û rêberê şoreşger yê Îtalî Antonîo Gramscî.
Gramscî li dijî desthilatdariya Mussolînî ya faşîst têkoşîn kir. Lê bi fermana Mussolînî, hate girtin û bi 20 salan hate ceza kirin.
Abdullah Ocalan jî, bi paradigmeya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pir giringe.
Li hemberî kapîtalîzmê, Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike.
Ev tê wateya demokrasiya rasteqîn û gelan, bi taybetî jî ya jinan.
Ocalan, aktorê bingehîn yê çareserîya pirsgirêka Kurd e û çareserîya siyasî û aştîyane pêşnîyar dike.
Ji bo çareserîya pirsgirêkeke wiha ku tevahîya herêmê û cîhanê alaqadar dike, azadiya Abdullah Ocalan pêwist e.
Paolo Ferrero destnîşan kir ku, ji bo Gramscî jî kampanyayên navneteweyî hatin pêkanîn û pêşî li kuştina wî hat girtin.
Wî jî hucreya xwe veguherande navendeke perwerdeyê.
Bi tezên xwe wekî fîlozof û teorîsyenekî girîng tê bibîranîn.
Divê birêz Abdullah Ocalan demildest werê berdan.
Berdana wî ji bo demokrasîya Tirkiyê û Rojhilata Navîn gelekî giringe.