Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede anî ziman ku wê li dijî doza girtinê civînên gel li dar bixin û li gorî pêşniyarên bên kir wê rê û rêbaza xwe diyar bikin.

Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede têkildarî doza girtina HDP’ê û helwesta wan ji ANF’ê re axivî.

Dede diyar kir ku polîtîkaya zextê ya ku bi destê desthilatdariyê li dijî partiya wan tê meşandin, ji 7’ê Hezîrana 2015’an û vir ve bê navber dewam dike û destnîşan kir, desthilatdariya ku bi enerjiya HDP’ê ya li nava civakê hesiya, hewl dide bike ku HDP nikaribe bixebite. Dede ragihand ku li gel desteserkirina bi navê qeyûman, girtina parlamenter, hevşaredar, hevserokên partiyê û kampanyayên lînçê jî gel bi paş ve gav neavêt û têkoşîna xwe dewam kir. Umît Dede destnîşan kir ku vekirina doza girtina partiyeke siyasî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê cihê şermê ye.

TECRÎD Û DOZA GIRTINÊ JI HEV CUDA NÎNE

Dede bi bîr xist ku avabûna HDP’ê û pêvajoya çareseriyê di heman demê de bûn û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji bo fikrê aştiyê li nava civakê bê belavkirin partiya me xwedî rolekê bû. Lewma gel hîn bêhtir xwe nêzî partiya me dike. Li dijî hewldanên ji bo aştiyeke bi rûmet û mayinde êrişî partiya me dikin. Aktorê herî girîng Abdullah Ocalan e û bi dîtina me tecrîda li ser Abdullah Ocalan û doza ji bo girtina partiya me bi hev ve girêdayî ye. Yekane aktorê ku dikare vê aştiyê pêk bîne Abdullah Ocalan e. Tecrîd û doza girtinê ji hev cuda nînin û yekser bi hev ve girêdayî ne. Ev yek bi kêrî gelên Tirkiyeyê û dewletê nayê.”

SÎSTEMA JI DU LINGAN PÊK TÊ HILWEŞIYA, PÊWÎSTÎ BI RÊYA SÊYEMÎN HEYE

Umît Dede anî ziman ku HDP xwe weke rêya sêyemîn pênase dike û diyar kir ku sîstema li ser du lingan bi darbeyan têk çûye. Umît Dede got, “Ji bo gelên Tirkiyeyê di nava aştî û aramiyê de bijîn, pêwîstî bi sîstemekê heye ku gel hemû di nav de hebin. Nûnerê vî lingê sêyemîn jî HDP ye. Girtina HDP’ê wê fikrê HDP’ê ji holê raneke, berevajî wê pirsgirêkê girantir bike.”

Umît Dede ragihand ku HDP piştî civînên lidar bixe wê li Kurdistan û Tirkiyeyê civînên gel pêk bîne û got, “Em ê hîn bibin bê daxwazên gel çi ye. Em dikarin vê bêjin; em ê ti carî dest ji fikrê HDP’ê bernedin. Fikrê HDP’ê wê timî bigihêje gel. Ji bo rê û rêbazên vê jî em ê bi gel bişêwirin.”