Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo meşa li bajarê Kolnê peyama pîrozbahiyê weşand û diyar kir ku bi meşa Kolnê re kampanya azadiya ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de destpêkir derbasî qonaxeke nû bûye.

KCKe got, Em mîtînga bi heybet û bi wate silav dikin, gelê xwe yê welatparêz yê tevlî mîtîngê bûye û her kesên ku ked dane ji dil pîroz dikin.

Dost, jin, ciwanên enternasyonalên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi berpirsiyarî radibin, pêşengiyê ji kampanya azadiyê re dikin pîroz dikin û hewldanên wan silav dikin.

Ew helwesteke gelekî girîng e, gelekî bi wate û nirtxe.

Gelê Kurd hewldan û helwesta wan a piştevaniyê gelekî hêja dibîne.

KCKe herî dawî got; Bi meş û mîtînga mezin a Kolnê re kampanya azadiyê gihîşt bi sed hezaran kesî û bi vî rengî derbasî qonaxeke nû bû.

Ev qonax jî girseyîbûna kampanya azadiyê ye. Kampanya azadiya ku dostên gelê Kurd, di 10’ê Cotmeha 2023’an de dane destpêkirin û pêşengiyê jê re dikin, bi mîtînga 17’ê Sibata 2024’an re girseyî bû û gihîşt qonaxeke nû.

Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve kampanya azadiyê wê li her derê, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi beşdariya bi milyonan mirovî hîn girseyî bibe.

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, dostan, jinan, ciwanan, her kesên li azadî û demokrasiyê digerin dikin ku karê xwe hîn mezin bikin, di çarçoveya kampanyaya azadiyê de li her derê xwe bigihînin bi milyonan mirovî û kampanya azadiyê bi ser bixînin.”