Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li cihê endamên xwe yên Desteya Rêveber a Navendî ku piştî hilbijartina 31’ê Adarê vala bûyî, peywirdariyên nû pêk anîn.
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li cihê endamên xwe yên Desteya Rêveber a Navendî ku piştî hilbijaritina 31’ê Adarê vala bibû, endamên nû peywirdar kirine.
Li gorî daxuyaniyê, Sarûhan Olûç, hatiye cihê Ayhan Bîlgen ê Wekîlê Komê; Gunay Kûbîlay jî hatiye cihê Sarûhan Olûç ê Berdevkiya Partiyê.
Peywirdariyên din wiha ne: “Alî Urkut, bûye berpirsyarê Alîkarê Hevserokatiya Partiyê yê Saziyên Civaka Sivîl, Partiyên Siyasî û Qada Kedê. Di bin banê Desteya Rêveber a Navendî de Desteya Rêveberiyên Demokratîk ên xwecihî hatiye avakirin û Selahattîn Aslan bûye Hevberdevkê wê. Her wiha endamên Navenda Partiyê Mûrat Sarisaç, Nazmî Gur û Salîm Kaplan jî ji bo endamtiya Desteya Rêveber a Navendî hatine hilbijartin.”