Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bal kişand ser grevên birçîbûnê û xwest ku bila tecrîd were rakirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şaxa Nimreya 1’emîn a Egîtîm-Senê daxuyaniya çapemeniyê da.

Hevberdevkê Platformê Mehmet Şîrîn Gurbuz di daxuyaniyê de diyar kir ku hikumet ji dêvila ku vê qîrînê bibihîze, li ser çarçoveya ewlekariyê nêzî vê kêşeyê dibe.

ZEXT LI GIRTIYAN TÊ KIRIN

Gurbuz got ku “Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, xebatên komên serbixwe yên tendirustiyê tên astengkirin. Di warê bidestxistina wîtamînên B1, B12 de astengiyên mezin hene. Rêveberiyên girtîgehan û gardiyan zextan li girtiyan dikin. Li girtîgehan û li derve rewşa çalakgeran krîtîk e û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan veguheriye rojiyên mirinê. Di heman demê de dayikên ku zarokên wan di grevên birçîbûnê de ne, her roj êrîşî wan tê kirin.

Em bang li rayedaran dikin ku divê tecrîd were rakirin. Divê rayedar ne li gorî hiqûqa li gorî kesan, divê li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”