Bultena Tecrîdê ku balê dikişîne ser asta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, hejmara 6mîn weşand.

Bultena Tecrîdê, di 1’ê Mijdara 2023’an de dest bi weşanê kir û di her hejmara xwe de behsa salnameya tecrîdê dike.

Di hejmara dawî de jî, cih ji tecrîdê, serlêdanên bêbersiv, xemsariya CPT û cezayê girtîgehê yê didine girtiyên di greva birçîbûnê de cih digire.

Di bultenê de te gotin ku 2 sal, 11 meh û 25 roj in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên din yên li Îmraliyê nayê girtin.

Di bultenê de behsa serdana Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên li dijî Tecrîdê ya li Tirkiyê hatiye kirin.

Di bultenê de hatiye bibîrxistin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê greva birçîbûnê heye.

Lê cezayên dîsîplînê didine girtiyên tevlî greva birçîbûnê bûne û mafên wan têne binpêkirin.

Di bultenê de tê gotin ku, 8 baro û 14 saziyên maf û hiqûq, di 12’ê Çileya 2024’an de serî li CPT dan ku serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike û rapora xwe eşkere kir.

Lê CPT di vê mijarê de gavek neavêtiye û ev helwesta CPT hate rexnekirin.