Li payîtexta Bêrûd Lubnanê, bi pêşengiya PYD û Kongra Starê Newroz hate pîrozkirin.

Dayikên Şehîdan agirê Newrozê pêxistin, piştre li ser navê Kongra Star, PYD, Weqfa Civakî û Kulturî ya Newrozê û Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin.

Piştre Koma Welatê Rojê û Koma Şehit Rojîn stran gotin û gel govend girêda.

Li Şamê jî, bi pêşengiya PYDê, bi beşdariya girseyek qerebalix Newroz hate pîroz kirin.

Agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Şehidan ve hate pêxistin.

Piştre li ser navê PYDê, Hesen Ebdullah, li ser navê Kongra Star Newroz Xelîl û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Cîhan axaftin kirin.

Axaftivanan, Newrozê Rêber Abdullah Öcalan û Gerilla pîroz kirin.

Piştre hunermendan stran gotin