Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di Bernama Taybet a Medya Haberê de pergala qirkiriyê ya li Îmraliyê û têkoşîna li dijî wê nirxandin.

Helîn Ûmît da zanîn sîstema qirkirina li Îmraliyê bingeha şerê qirêj e û wiha dewam kir

Em dibînin, Rêbertî her roj hîn bêhtir digihêje asta rêbertiya gerdûnî. Ya rast, her ku rastiya Rêber Apo tê fêhmkirin gelên cîhanê, jin, ciwanên cîhanê zêdetîr xwedî lê derdikevin.

Helîn Umît balkişand ser komkujiyên li Kurdistanê, sedem û encama komkujiyan wiha rêz kirin.

Gelê Kurd dibin bandora komkujiyan de dijî. Yên dibin sedema kujiyan sîstema kujer in, diyar in, divê gelê Kurd bi rastiya xwe û rastiya dijmin re rûbirû were. Hînbûna li qirkirinê tiştekî nebaş e. Rojan qirkirin çêdibe, êriş tên kirin. Gelo em çiqasî bi ciddiyet û giranî li ser vê meselê radiwestin.