Lekolîn orgê li ser hevkariya PDK bi dewleta Tirk re û çeteyên roj nûçe şîroveyek amadekiriye.

Lekolîn org di nûçeyê de dibêje PDK aktîf tevlî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê dibe û di demên dawî de îxaneta xwe di merhaleyek nû de dimeşîne.

Nuçeşiroveya Lêkolîn Org wiha ye.

Dewleta Tirk di vê zivistanê de, li Zap, Avaşin, Metina û Xakurkê, darbeyên giran ji Gerilla xwarin.

PDK bi hawara dewleta ve beziya, bi MÎT’a Tirk re, hêzên paramîlîter ên Roj li dijî Gerillayên Azadiyê derxistine pêş.

Piştî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, li Hewlerê bi Mesud Barzanî re hevdîtin kir, PDK 500 çeteyên Roj, şandin derdora Musilê û ji bo, li dijî Gerillayên Azadiyê şer bikin, ji aliyê efserên Tirk ve hatin perwerde kirin.

Çeteyên roj hêzêke ne qanunî ne û piştî perwerdehiya li herêma Başîka, biqasî 150 ji wan, şandin sînorên Metina û Haftanînê, li qada Hîror hatin bi cih kirin. Ev hêzên paramîlîter bi nasnameyên sextê yên Iraqê hatin şandin.

Di gava duyemîn de jî, PDK’ê çeteyên roj bi nasnameyên sexte yên Iraqê, şandin sinorê Tirkiyê û Iraqê. Armanc rê girtina li pêşiya Herêmên Parastina Medya ye.

Dewleta Tirk, hemû pêdiviyên lojîstîk ên çeteyên paramilîter ên ROJ pêktîne û hemû berpirsiyarî jî yên PDK’ê ye.

Lêkolîn Org. destnîşan dike ku wan beriya niha jî agahî dabû ku PDK, hêzên xwe yên taybet, bi navê Iraqê li dijî Gerillayên Azadiyê şandin sînor, lê yek eskerê ereb dinava van de nîne û wiha dewam dike.

Fermandarê hêzên taybet ên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsiyarê peşmergeyan Dilovan Rubarî eşker gotin ku kesên li gorî planên MÎT’a Tirk û PDK’ê haraket nekin wê hem mûçeyên wan werin qutkirin û hem werin girtin.

Ji ber ya PDK’ê nekirin, û li dijî gerîlayan ne xwestina şer bikin, mûçeyên çeteyan, Ahmed Nebi, Selim Cûdi û Selman Devran qut kirin.

Ji sedema dijberiya gel, Wezareta Pêşemergeyan par daxuyaniyek dabû û gotibû, tu hêzeke bi navê Roj a girêdayî wezareta wan tune ye û statuyeke wan jî nîne.

Li hemberî vê inkarê jî, ji butçeya Herêma Kurdistanê her meh nêzîkî 15 milyar dinar didin çeteyên Roj.

Tê zanîn ji sala 2018’an ve, rêxistina çeteyan a MÎT’a Tirk SADAT, çeteyên paramîlter ku li Şingalê li Herêmên Parastina Medya li dijî gerîla bikaranîn û heta yên şandin Lîbyayê, hêzên Zêrevan û Gulan bûn.

Niha jî ev hêzên paramilîter şandin Hêrêmên Parastina Medya.