AMED – Endama Enstutiya Kurdî Nesrîn Şanli, dest nîşan kir ku dewleta ku êrîşî zimanê kurdî dike êrîşî dîroka kurdan jî dike û got: “Mînak Heskîf. Heskîf di bin avê de hiştin. Sûr hat xerabkirin. Di heman demê de saziyên ku zimanê kurdî ders didan hatin girtin.” Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’ê panelek li dar xist. Penel bi moderatiroya Cevahîr Sadak Duzgun û axaftivan Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, endama Enstîtuya Kurdî Nesrîn Şanli û akademisyen Resûl Geyîk hat lidarxistin. Destpêkê moderator Cevahir Sadak Duzgun, qala giringiya ziman kir û diyar kir ku xebatên ku li ser ziman tên meşandin têr û tejî derbas dibin. ‘KESÊ KU KURDÎ NIZANE BILA ŞÎRETA LI XELKÊ NEKE’ Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, anî ziman ku kurd bi xwe jî dûrî zimanê xwe dibin û got: “Divê em ji xwe bipirsin me çi qasî girîngî da zimanê xwe. Em çi qas xwedî li zimanê xwe derdikevin. Em girîngî bidin zimanê xwe hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê çand û hunerî ve dikarin xwe biparêzin. Gereke em li zimanê xwe vegerin û fêr bibin. Kesê ku kurdî nizane bila şîreta li xelkê neke. Em ji xwe bipirsin, min ji bo ziman çi kiriye?” ‘DIVÊ EM ÇAND Û ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN’ Endama Enstutiya Kurdî Nesrîn Şanli jî bi zaravayê kirmanckî axivî û dest nîşan kir ku dewleta ku êrîşî zimanê kurdî dike êrîşî dîroka kurdan jî dike. Şanli, got: “Mînak Heskîf. Heskîf di bin avê de hiştin. Sûr hat xerabkirin. Di heman demê de saziyên ku zimanê kurdî ders didan hatin girtin. Zimanê me çanda me ye. Divê em çanda xwe jî zimanê xwe jî biparêzin.” Şanli, anî ziman ku zaravayê kirmanckî bi windabûnê re rû bi rû ye û got: “Divê kesên kurmancî dizanin jî girîngiyê bidin kirmanckî.” ‘DI NAVA KURDAN DE AXAFTINA KURDÎ KÊM E’ Herî dawî Akademîsyen Resûl Geyîk jî bal kişand ser berxwedana gelên cîhanê yên der barê ziman de û got: “Divê em 365 rojên salê bi kurdî bixwînin û binivîsin. Di nava kurda de axaftina kurdî kêm e. Divê mirov bi sebir û bizanebûn karê ziman bike.” Panel bi pirs û bersiva qediya. Parve bike:
Related Posts
NAVNÎŞANÊN ME
DAWÎ
- Li Tokatê teqîn çêbû, 7 kes birîndar bûn ku 5 ji wan cendirmeyên dewleta Tirk in 19/05/2024
- Ferîde Şingalî: 15 rêxistinên jinan yên Iraqê piştgiriyê didin pêngava TAJÊ 19/05/2024
- Li gelek bajarên welatên Ewropa Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn 19/05/2024
- Jinên Suryanî piştevaniyê ji xwe re dikin esas 19/05/2024
- Li Gavleborgê bîranîna şehîdan 19/05/2024
- Ciwanên Mexmûrê: Ziman yekane rêya xwenaskirinê ye 19/05/2024
- Zulkuf Ûçar: Sîstema bêzarkirinê tê ferzkirin 19/05/2024
- 2024-05-18 -AHENG-MODERATOR: MEMO GUL-MÊVAN : CEWAD MERWANÎ 18/05/2024
- 2024-05-18 – VEDENGA ROJAVA-MODERATOR: KURDIYAR DIRÊHÎ- MÊVAN: RUKEN MELE ÎBRAHÎM-ENDAMA KOMISERIYA BILIND A HILBIJARTINÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ – MIJAR: HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYA XWECIHÎ LI B. ROJHILATÊ SÛRIYÊ 18/05/2024
- Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê derb li 2 çeperan xistin, 2 kamerayên mobesse jî îmhakirin. 18/05/2024
Categories
- Aheng (2)
- Aktuel Zazakî (5)
- AWAZÊN ÇIYA (2)
- BERNAMA JINEOLOJI (11)
- BERNAMA ROJEVA MEXMUR (11)
- BERNAMA SENGERA ROJAVA (15)
- BERNAMA STAR (1)
- BERNAMA TAYBET (78)
- BERNAME (8)
- BERNAME TAYBET (34)
- BERNAMEYA AHENG (2)
- BERNAMEYA DERGEHA WÊJE (11)
- BULTENA ROJE (13)
- ÇAND Û ZIMAN (301)
- ÇAPEMENÎ (10)
- ÇAPEMENIYA AZAD (76)
- CÎHAN (4,027)
- CIVAK (450)
- DAXWAZÎ (258)
- DENGE BERXWEDANE (4)
- DENGÊ HÊJÎN (1)
- DENGÊ JIYANÊ (9)
- DENGÊ ROJÊ (1)
- DENGÊ ŞÎLAN (11)
- DENGÛBAS (765)
- DILISTAN (29)
- DÎROKA PKK (1)
- DOKUMANTER (1)
- DOSYA TAYBET (1)
- GEŞEDANA ROJAVA (43)
- GIŞTÎ (741)
- HELBEST (1)
- HÊLÎ SÊ (28)
- HINDIK LÊ RINDIK (81)
- JI ŞEHBAYÊ (20)
- JIN (1,349)
- Jin aktuel (121)
- KÊLÎYÊN BI ROJÊ RE (1)
- KELIYEN HUNERE (10)
- KURDISTAN (6,796)
- LAPERÎ (9)
- NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ (13)
- NEWROZ (1)
- Nirxandina heftane (32)
- NÛÇE (1,057)
- NÛÇEYÊN CÎHANÊ (1)
- Pirs (152)
- RÊWÎYÊN ROJÊ (1)
- ROJANE (432)
- ROJEV (3,836)
- ROJEVA CIWANAN (1)
- ROJEVA JINÊ (27)
- ROJEVA ROJHILAT (32)
- ROJEVA WELAT (44)
- ROJHILATA NAVÎN (1,481)
- Rojî Heştem (24)
- TENDURÎSTÎ (21)
- Tîrêjên Rojê (132)
- Vedenga Rojava (2)
- vedenga rojava (4)
- Vedenga Rojava (8)
- XWEBÛN (1)
- ZAZAKÎ (6)