Meclisa Navçeya Şedadê hemela komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja 10ˊan de dewam dike.

Komîteyan îro berê xwe da gundê Til Şayir ê bajarokê Deşîşa yê navçeya Şedadê ku îmzeyan kom bikin.

Şêniyên îmzeyên xwe avêtine gotin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gel e.

Her wiha li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê komkirina îmzeyan di roja 7ˊan de ye.

Komîteyan ji bo komkirina îmzeyan serdana kolanên navçeyê û malan kir û armanca hemleyê şîrove kir.

Şêniyên li taxên rojhilat û rojava û bajarokên navçeyê yên îmzeyên xwe avêtine hêvî kir ku îmzeyên wan bigihînin armancên xwe.