Aktîvîsta femînîst ya Hindistanî Abha Bhaiya yek ji damezrînerên Jagorî Grameen û rêveberên înîsiyatîfa femînîst ya global a ‘One Bîllîon Rîsîng’e û têkildarî girîngiya azadiya rêber Abdullah Ocalan û paradîgmeya wî ji ajansa ANFê re axivî.

Abha Bhaiya got;Fikrên Abdullah Ocalan ji bo demokrasî û wekheviyê ji cîhana heyî wêdetir, rê û rêbazên afirandina cîhaneke cuda û paradîgmeyeke nû ya vê yekê pêşkêş dike.

Abdullah Ocalan lîderekî mezin e.

Rêber Abdullah Ocalan şêweyekî nû rêveberiyeke cuda pêşkêş dike û got,

Ev modelek nû ye û rêveberiya gel bi xwe ye. Li vê cîhana tevlîhev û mîlîtarîst, fikrên Ocalan dikarin hemû nakokî û cotstandardiyan ji holê rake.

Îro 22 herêm di nava şer de ne. Şaristaniya kapîtalîst li dijî aştiyê ye.

Divê em li dijî vê sîstemê têkoşînê bikin. Di vê riyê de fikrên Abdullah Ocalan giring in.

Ji bo vê yekê em bi biryarin ku bi tevgerên femînîst re ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bikin.

Pêwendiya me bi 150-160 welatî re hene. Divê em hemû ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bikin. Ji xwe, tevgera femînîst a li Kurdistanê rê nîşanî me dide.

Abha Bhaiya herî dawî got; Ocalan dikare lîdertiyê ji sîstemeke cuda ya cîhanê re bike.

Min beriya niha, ji kesekî din, ev felsefe nebihîstiye. Ocalan divê azad be. Divê dengê wî ji nû ve bilind bibe û bêje ‘Em aîdî vê cîhanê ne û ev cîhan jî ya me ye’.