Xwişka Şehîd Devrîm Sîpan Edîbe Doner got, her dengekî ji AKP’ê re bê dayin wê bibe fîşekek û li Kurdan bikeve. Doner diyar kir, divê Kurd bi vê yekê zanibin û li gorî vê tevbigerin.

Devrîm Sîpan sala 2011’an li Hatayê şehîd bûbû. Xwişka Sîpan Edîbe Doner got, “Kîjan Kurd deng dide AKP’ê ew Kurd fîşekê berdide zarokên me.”

Edîbe Doner ji ANF’ê re axivî û diyar kir, divê Kurd li dijî êrîşên bi rêk û pêk ên li dijî wan tê kirin êdî bibin yek. Edîbe Doner got, “Êdî bes e, em ê heta kengî vê zilmê qebûl bikin?” Doner bi bîr xist, di demekê de ku zarokên Kurdan tên kuştin, cenaze ji girtîgehan derdikevin hilbijartin tê kirin û got, “Divê em biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin partiya xwe. Gelo em ê heta kengî wijdanê xwe bêdeng bikin? Banga min li Kurdan hemûyan e; namûsa me heye, welatê me heye. Em xwedî li namûsa xwe derkevin. Wê heta kengî di bin piyê xelkê de be? Eger namûsa mirovan welatê mirovan be, wê demê divê mirov xwedî li xaka xwe derkevin. Welatê me wê heta kengî di bin piyê hinekan de be?”

‘EM LI STENBOLÊ PENABER IN’

Doner anî ziman, ew bi koçberiya ji neçarî hatine Stenbolê, lewma xwe penaber dibînin û got, divê Kurdên mûxafazakar/dîndar jî êdî bi hikumeta Tirk a ku dîn îstîsmar dike nexapin. Doner bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengiyê jê re dike û got, “Ev berxwedan ji bo me ye. Divê em piştgiriyê bidin, divê em bibin dengê vê berxwedanê. Ez ji malbateke şehîda me. Ji malbata min 24 gerîla û şehîd hene. Canê min şewitî, naxwazim canê hinekî din bişewite.”

Doner diyar kir, ew Kurdên li Stenbolê; çi ji destê wan tê wê bikin û bi şev û roj wê bixebitin, li malan bigerin û ji bo HDP’ê daxwaza dengan bikin.

BILA KURD DENGÊ XWE NEDIN AKP’Ê

Doner careke din bang li Kurdên ku dengê xwe didin AKP’ê kir: “Her dengê ku ji dewletê re tê dayin dibe fîşek û li zarokên me dikeve. Zarokên me tên şehîdxistin. Kî dengê xwe dide AKP’ê ew kes fîşekekê berdide zarokên me. Xwedê wê hesabê vê bipirse. Rojekê wê dor were wan jî. Bila Kurd xwe nas bikin. Welatê me Kurdistan e.”