Greva birçîbûnê ya 326 Kurdistanî û dostên wan a li bajarê Strasbourg ê Fransayê du roj li pey xwe hişt.

Greva birçîbûnê ya bi dem û bi dorveger a Kurdistaniyan û dostên wan a li Strasbourgê ku li dijî bêdengiya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê dest pê kir, du roj li pey xwe hişt. Siyasetmedarê HDP’ê Faysal Sariyildiz soh serdana çalakgeran kir.

Sariyildiz di dema serdanê de peyam da û got, “Em îro hatine vê derê ji bo rûmeta xwe biparêzin. Divê em xwedî li Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê yên li zindanan û her deverê derkevin.”

Yek ji çalakgeran dayika Ramazan Îmîr e ku Îmîr zêdeyî 100 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye. Dayik Îmîr bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li Strasbourg û zindanên Tirkiyeyê û nerazîbûn nîşanî xemsariya raya giştî da.

CIWANAN ÇALAKÎ KIRIN

Di vê navberê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger li ber Katedrala Notredam a Strasbourgê û Place de Kleberê çalakiya xelekê kirin û bal kişçandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Çalakgerên greva birçîbûnê jî danê êvarê saet 17:00 çûn bajarê Lahr ê Elmanyayê ku şeva xwe lê derbas bikin.

Li bajarê Lahrê jî li ser mijara berxwedana grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk li panelê axivî. Çelîk diyar kir, dema ku gelê Kurd rêxistinbûyî be wê bi ser bikeve.