Gerîlaya YJA Starê Hêvî Ronya qala şehîdên Cenga Heftanînê kir. Ronya diyar kir ku ew ji bo hemû jinan û gelên Rojhilata Navîn li ber xwe didin.

Gerîlaya YJA Starê Hêvî Ronya qala rêhevalên xwe yên şehîd Zeynep, Hozan, Argeş, Mazlûm, Zana û Mizgîn kir ên ku di şerê Heftanînê de şehîd bûne. Ronya diyar kir ku her yek ji wan dîrokek e.

Ronya got ku ,”Dema operasyona Kartalê dest pê kir, rêheval Zeynep, Hozan, Gever, Evîn û Şoreş li va hev bûn. Rêheval Zeynep dixwaze alîkariya hevalên xwe yên birîndar bike. Heval dibêjin ‘Biçe’ ew naçe. Dema heval Hozan hewl dide birîndaran derxe, Zeynep şer dike. Piştre Zeynep û Hozan tên ba hev û hev bernadin. Heta dawiyê li dijî dijmin şer dikin û hev diparêzin.

Heval Zeynep û Hozan derbeke giran li dijmin dixin. Hevalan ji her aliyî ve çalakî li dar xistin. Mirov dikare bibêje ku dijmin poşman bû ku hat û jixwe piştre vekişiya. Ev ji bo me serkeftinek e.

Heval Evîn jî naxwaze hevalên birîndar berde. Balefirên keşfê digerin. Dev ji birîndarên di nav dijmin de bernade. Ew jî bi vî awayî şehîd dikeve.

Di warê manewî de şerê li wir gelekî cihê ye. Peyama hevalan dîrokî ye. Ji bo her hevalên me dikare pirtûkek were nivîsandin. Hemû jî bûn dîrok.

Heval Argeş û Mazlûm li herêma Dûpişkê şehîd ketin. Ez û heval Mazlûm em demekê bi hev re man. Min jê pirsî tu ji bo çi hatiyî. Wî digot ez ji bo cengê hatime. Bi rastî jî ji bo cengê hatibû. Hevalekî xwerû û xwezayî bû. Her dem nîqaş dikin, tiştekî şaş û xelet çêbibûya li ku derê bibûya mudaxele dikir. Di şer de çawa bûya di jiyanê de jî wisa bû. Dema dijmin hat, bersiveke xurt da û bi awayekî fedaî şehîd bû.

Ji ber karekî ez û heval Argeş em hatin ba hev. Dema mirov ew didît, digot qey bi salan e mirov hev nas dike. Gelekî ji dil bû. Hevalekî kedkar bû. Dema tiştek nedikir aciz dibû. Li cihê ku ew lê bûya, divê ked hebûya. Li cihê ku ew lê bû kêfxweşî, xemgînî û ked hevpar bû. Moralekî xurt dida derdora xwe.

Heval Hozan bi rastî jî wekî çiyayan bû. Fizîka wî jî wisa bû. Lê dema diaxivî û nîqaş dikir, gelekî ciwan û xwezayî bû. Hevalekî pir cihê bû. Belkî hinek tişt bi peyvan nayê gotin lê dikarim bibêjim hevalên ku ew nas dikirin, dixwestin her dem li ba wî bin. Li her qadê dibû alîkar.

Herî dawîn li herêma Pîrbûla şerekî giran çêbû. Dijmin êrîş bir ser wir. Heval Zana û Mizgîn bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.

Ez û heval Zana demeke kurt li ba hev man. Hevalekî gelekî bi moral bû. Zana wate dide her xebatê û bi ser diket.

Heval Mizgîn hevaleke cihê bû. Mirov gelek tişt jê fêr dibûn. Hemû jiyana wê watedar bû. Girîngiyeke mezin dida rêhevaltiyê. Di operasyonan de her dem dixwest bi pêş ve biçe. Di warê şer de lêhûrbûneke wê ya xurt hebû. Di şer de şehîd bû. Mirov dikare bibêje ku di şer de roleke di asta bilind de cih girt. Ji serê pêngavê de heval Mizgîn gelek çalakî li dar xist, dijmin derbeke xurt xwar.”

Ronya bal kişand ser berxwedana li Heftanînê ya li dijî dagirkeriyê û axaftina xwe wisa bi dawî kir, “Cenga li Heftanînê ne bi tenê li Heftanînê ye, sînor derbas kir. Şer belav bû. Em hêzên YJA Starê em ê li her derê şer bikin. Li Êlihê jin tên qetilkirin, li Mêrdînê tên tacîzkirin. Li Hindistanê jî wisa ye. Li Îranê jî wisa ye. Ji bo van hemû jinan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn em li Heftanînê şer dikin.”