Ew du gerîlayên Kurd in. Ew ji birîna gerîlayan re dibin derman û hêviya bi hezaran gerîlayan par ve dikin. Ew Awaz û Newalên dozekê û hezar çiyayan in.

Çîroka jinan tê nivîsandin ên ku me diafirînin. Her dem dibêjin Ehl-î Heq û heta ku xwe digihînin Nînova yan jî Nîrwanayê. Piştre diçin. Ji nav kefa destê wan sedsalek din dike kurtepist da ku me biafirînin. Li ser lûtkeya çiyayekî hewl didin me mezin bikin. Li qadeke cengê û li rûpela şerekî dijwar, navê xwe dinivîsin. Dibêjin evîn e, dîrok û bereket e. Piştre zincîrên koletiyê diqetînin. Di xwebûnê de israr dikin û dîroka xwe qebûl dikin. Dizanin heke jinek serî hilde, welat ava dibe, civak azad dibe.

Dîroka jinan, serdema jinan û dahatûya jinan dike kurtepist. Dibe jinek, dibe gerîlayek û bijîşkek. Dibêjin dema afirandina çand û nasnameyekê ye.  Ew dibêjin rê, rêwîtî û rêheval.. Piştre di bin tava havînê de bi sond û peyman dimeşin. Diçin û dev ji avakirina me bernadin. Têkoşîna di navenda şerekî de tê wateya ku mirov li çiyayên Kurdistanê bimeşe. Ew dizanin ku jiyan bi qîmet e. Di jiyanê de pîvan û hurmet heye.

DEMA DU ŞOREŞGER TÊN BA HEV QALA HÊVIYÊN BÊSÎNOR DIKIN

Li lûtkeya çiyayan dijîn. Wan li girên bilind text danîne û periyên veşartî ne yên ku ji aliyê qesran hatine lanetkirin. Piştre dibêjin, rêheval divê tiştek vala neçe. Qencî û xweşiyê ji xwe kêm nakin. Ji nav wan şoreşgeran Awaz û Newal. Dibêjin divê her roj mirov xwe bigihîne wateya roje. Dibêjin ji bo rêhevaltiyê her tişt tê kirin. Ew gerîla ne. Niha jî em keda wan dinivîsin.

Dema de şoreşger tên ba hev qala hêviyên bêsînor dikin. Bi rojê de diaxivin. Bi demê re gilî û gazinên xwe dikin. Ew rêhevalên doz û rê ne. Dema ku ew mil bidin hev, nan, birîn û hêvî û azadî tê parvekirin.

JI BIRÎNA BI HEZARAN GERÎLAYAN RE DIBIN DERMAN

Du jin, du şoreşger… Ev herdu bijîşk di şertên dijwar de li Herêmên Parastinê yên Medyayê birîna bi sedan gerîlayan derman dikin. Ew him gerîla ne, him şoreşger in û nasnameya têkoşînê xurt dikin. Ji zimanê çiyê fêm dikin û dizanin şer bikin. Ew du gerîla û bijîşk in. Şev û roj di cihekî pênc metrekare de, birîna rêhevalên xwe derman dikin.

Ew dizanin bi evîn û baweriya dozê têkevin pêşbaziyê û bi wê re bimeşin. Em niha têkoşîna du jinan dinivîsin ên ku li Behdînanê bihust bi bihust li ser çiyayên Kurdistanê digerin. Ew du gerîlayên Kurd in. Ew ji birîna gerîlayan re dibin derman û hêviya bi hezaran gerîlayan par ve dikin. Ew Awaz û Newalên dozekê û hezar çiyayan in.