Koordînasyonên Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) û Komalên Jinên Kurdistan (KJK) diyar kir ku Şerê Cîhanê yê 3’yan di heman demê de şerek e ku li dijî jinan û civakan tê meşandin. Koordînayonan destnîşan kir ku eger li dijî vê yekê xweparastin nebe rizgarî, azadî û edalet wê pêş nekeve.

Daxuyaniya hevpar a Koordînasyona PAJK û Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Çaryeke pêşî ya sedsala 21’ê ji bo têkoşîna me ya azadiya cîhanê, ekolojî, mirovahî û jinê ber bi dawiyê ve diçe. Sedsala 21’ê bi jinan azadiya xwe li tax, kolan, çiya, bajar, gund, dibistan û kargehan bi dengekî xurt bilind kirin û ev deng hê jî bilind dibe.

Têkoşîna azadiya jinê û şoreşa jinê li dijî modernîteya kapîtalîst û hêzên hegemon wekî rojekê hiltê û cesaretê dide paşeroja mirovahiyê.

Rêber Apo ji bo sedsala 21’ê dibêje sedsala şoreşa jinê.

Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ wekî şoreşa jinê deng vedide. Ji ber vê yekê wekî KJK û PAJK me jî pêngava xwe bi navê ‘Bi Jin Jiyan Azadî re, Ber Bi Şoreşa Jinê ve’ pênase kir.

Şerê sêyemîn ê cîhanê nehatiye ragihandin, lê li dijî jin û civakê tê meşandin. Em jî bi vê pêngavê re li dijî rastiya şerê sêyemîn ê cîhanê têkoşîna xwe bilind dikin.

Bi krîzên giştî re civakê ji civakbûnê derdixin û di rewşa ku îradeya jinê jî tinebe, wê demê veşartî û eşkere rêveberiyên dîkta çêdibin.

Li ser vî esasî şerê sêyemîn ê cîhanê di sala 2023’an de hê bêtir giran bû.

Şerê li Kurdistanê û Rojava bi salan dewam dike, şerê li Sûrî, şerê Rûsya-Ûkrayna, şerê Ermenistan û Azerbeycanê û herî dawî di Cotmehê de şerê Îsraîl û Hamasê nîşan dide ku bi şerê sêyemîn cîhanê çawa xuya dike.

Li Afganistanê Talîbana ku dijminê jinê ye anîn ser desthilatdariyê.

Li parzemîna Afrîqayê darbeyên eskerî, li welatên Abya Yala û gelek welatên din partiyên rastgir anîn ser desthilatdariyê.

Li Lubnan, Iraq, Yemen û Sûdanê jî şerekî ku nav lê nehatiye kirin heye û encamên wê jî giran in.

Di vî şerî de milletgerî, dîndarî, cinsîparêz û zanîn li herêmê û qada navnetewî dest dane hev û êrişî jin û gelan dikin. Bingeha sereke ya vî şerî dijminatiya li jin, civak û xwezayê ye.

Şoreşa jinê di heman demê de ew şoreşe ku jin xwe bi xwe bi rêve dibin û pergala xwe pêşxistinê ye.

Di vê demê de jin nikare qedera xwe teslîmî desthilatdariya mêran bike û lewma jî divê em pergala xweparastinê pêş bixin.

Xweparastina jinê divê ji netew dewlet, desthilatdarî û pergala mêran qut be û eger xwe bispêre rêxistinbûyîna xwe dikare xwe biparêze.

Gelekî girîng e ku mirov xwe biparêze û ji aliyê fizîkî bibe bersiv û xwe pêş bixe.

Di nava tevgera PKK’ê de em wekî tevgereke jinê pêş ketin û sedema esasî jî û çavkaniya wê Rêber Apo ye.

Rêber Apo dibêje; Jin azad nebe, civak jî azad nabe. Bi vî rengî jî Rêber Apo têkoşîna jinê ji aliyê stratejîk destnîşan kiriye.

Wekî KJK û PAJK em xwedî wê tecrubeya têkoşîna jinê ne.

Zêdetirî 50 sal in bi pêşengiya şehîd Sakîne Cansiz li Kurdistanê dîroka têkoşîna jinê heye. Zêdeyî 30 sal jî em xwedî têkoşîna gerîlatiya jinê ne.

Wekî artêşa gerîla ya jinê YJA/STAR, partiya jinê PAJK, rêxistinbûyîna jinên ciwan KJC û pergala konfederal a demokratîk KJK em li seranserê Kurdistanê têkoşîna şoreşê ya jinê bi rêve dibin.

Îro jî li çiya û bajaran li dijî dewleta Tirk a faşîst, pergalên desthilatdar û çeteyên wekî DAÎŞ’ê têkoşînek bi rêve diçe.

Li çiyayan gerîlayên YJA-STAR’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û nûnerê wan Erdogan pêşengiya têkoşînê dikin.

Di vî şerê qirkirinê de dijmin her cûre teknîka pêşketî, çekên kîmyewî, sîlehên taktîk nukleer, balafir û her cûre rêbazan bi kar tîne.

Lê bîrdoziya jinê ango gerîlayên jin û tevgera jinê vê teknîkê û êrişên hovane têk dibin.

Gihane wê astê ku xwe û welatê xwe pisporî biparêzin.

Îro li Kurdistanê, rojhilata navîn û tevahiya cîhanê pêdiviya sereke ewe ku di çarçoveya felsefeya “Jin Jiyan Azadî” de îsyana xwe, pergala demokratîk û xweparastinê pêş bixin.

Li gelek welatan û nasnameyên din jî li dora dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” em hatin cem hev û bûn dengek. Ev jî dengê xweparastinê û têkbirina mêrê hegemon e.

Divê em sedsala 21’ê veguherînin sedsala şoreşa jinê. Divê ev deng qet bêdeng nebe û heta azadiya jin, civak û xwezayê mezin bibe.

Ji bo vê yekê ji Kurdistanê heta her çar aliyê cîhanê divê jin xweparastinê têxin rojeva xwe û nîqaş bikin.

Di vê sedsala şoreşa jinê de em ê bi xweparastinê dîroka xwe binivîsin û qedera xwe bi xwe destnîşan bikin.

Li ser vî esasî wekî PAJK û KJK banga me ewe ku jin têkoşîna xweparastinê pêş bixin û hevgirtinê esas bigrin.”