Hevşaredarên Şemrex, Stewr û Dêrikê yên dîlgirtî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê kirin.

Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu yên HDP’î ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin.

Her wiha gelek girtiyên jin ên li girtîgehê jî sirgûnî girtîgehên cuda kirin.

Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk jî doh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Rihayê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê hatibû kirin.