Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku doh di operasyona qirkirina siyasî de doh hate destgîrkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tê girtin.

Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve bi darbeya qeyûm ji wezîfeyê hate girtin û di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de doh hate destgîrkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tê hiştin.

Biryara nepenîtiyê danîne ser dosyaya lêpirsînê. Tê payin ku li midûriyeta emniyetê îfadeya Demîr bê girtin û piştre sewqî edliyeyê bê kirin.