Piştî êrîşa çekdarî ya doh li a edliyeya Çaglayana Stenbolê, polîsên AKP-MHP’ê ji doh vir de bi ser gelek sazî û malan de girtin.

Ji duh ve li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel jî di nav de bi ser gelek navendan de hate girtin û heta niha herî kêm 40 kes hatine binçavkirin.

Hat zanîn ku rêvebera Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) Şîmal Denîz, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TAYAD), Ayten Ozturk a ku ev 2 sal in di hebsa malê de ye û parêzer jî hatine binçavkirin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya gotibû ku binçavkirin piştî êrişa çekdarî ya duh li dijî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatine kirin.

Ji bo kesên hatine binçavkirin ji bo 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.

Li aliyê din, yek ji sivîlên di êrişa Edliyaya Stenbolê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest da, navê wî nehate eşkerekirin.