Ziwatiya li Amazonan, hem ji aliyê hawirdorî ve, hem jî ji aliyê civakî û aborî ve pirsgirêkên ciddî diafirîne.
Ji ber ziwatiya li Amazonên Brezîlya, xureka bingehîn ya ji bo zêdeyî 500 hezar kesî kêm dibe.
Ev jî dibe sedema pirsgirêkên ciddî û bûye sedema rewşa lezgîn ya hawirdorî.
Ziwatiya li Ewropa jî ji sala 2005’an û Ziwatiya li Derya Spî ya 2007-2008’an jî nîşan didin ku bandora ziwatiyê li ser herêmên cuda çiqasî ciddî û giran e.
Ev yek girîngiya stratejiyên rêveberiya hawirdorê yên daîmî û têkoşîna li dijî guhertina avhewayê ya global careke din destnîşan dike.
Mînak Resîfa Mercan ya Mezin a li Awûstralya, bi bilindbûna pileya germahiya li okyanûs û asîtbûna okyanûsê bûye gefeke ciddî.
Li aliyê din helandina qeşa Arktîkê, bilindbûna asta deryayê û guhertina pêlên hewaya global ya ji ber vê yekê, bandorê li hevsengiyên ekolojîk ya tevahiya cîhanê dike.
Li Efrîkayê jî ziwatiya li herêma Sahelê û çolbûyîn zexteke mezin li ser civakên herêmî dike.
Li Tikriyê û Rojhilata Navîn jî şerê ku Tirkiyê, li Kurdistanê û herêmê dike, Iran ku rojane êrîşî dewletên cîran dike bûne sedema têkçûna xwazayê û rewşeke xerab li ser civakên li herêmê teva dike.