Meclisa Ciwanan a DEM Partî bi dirûşma “Li Kurdistanê ji şerê taybet re bes e” li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî da çapemeniyê.

Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê û şêniyê taxê piştgiriya ciwanan kirin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye;

Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi salan e li bajarên me polîtîkayên şerê taybet dimeşîne.

Li kolanên hemû Wanê hişbir bi zanêbûn tê belav kirin.

Desthilat dixwaze ciwanên kurd madeyên hişbirê bikarbînin.

Em naxwazin ciwanên kurd mehkûmî vê jêhrê bibin.

Armanca desthilata AKP’ê ew e ku me bêhiş bihelê.

Ji bo vê jî divê baş bê zanîn ku her gotina ku em li dijî şerê taybet dibêjin û her karê ku em di vê çarçoveyê de dimeşînin jî, ji bo rakirina tecrîdê ye.

Em ê polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê bi dawî bikin.

Em ji vir bang dikin, em ê li dijî çeteyên hişbirê, kolanên xwe biparêzin.

Îro jî em ê bi gelê xwe re çalakiya nobetê bigirin.