îro salvegera darvekirina Seyîd Riza, kurê wî Huseyîn û 5 hevalîn e ku 86 sal di ser re derbas dibe. Tevî hemû nerazîbûn û bangên malbatan, saziyên civakî, partiyên siyasî, cihê gorên wan tên veşartin.

Tê texmînkirin ku li Dersimê zêdeyî 30 gorên komî, zêdeyî 100 cihên kuştina komî hene û piraniya van deveran li qiraxa çem e. Hîn jî li geke deveran hestiyên mirovan têne dîtin.

Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan bi boneya salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ji ANF’ê re axivî.

Kadriye Dogan da zanîn, dewlet dixwaze pirkirinê bi civakê bide jibîrkirin û wiha got:

Cihê gorên bi hezaran mirovî nehatiye eşkerekirin. Qadên kuştina bi komî, gorên komî hene. Bi salan e em dixwazin cihê goran eşkere bikin, dewlet red dike û dibêje; min kir û veşart. Bivî awayî dixwaze bide ji bîrkirin.

Em dixwazin, Çemê Kûtû, Çemê Laç ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyan weke cihên bîranînê ragihînin, van herêman veguherînin nîşangehan. Ji bo hesap were pirsîn, lazime hiş û bîr were parastin. Li cihê komkujî lê çêbûne ne rast e, koser û festîval çêbin. Ya girîng ewe; rubirûyê komkujiyê were, siberoj rast were avakirin. Bi êşên Dersimê re rûbirûbûn hîn çênebûye.

Kadriye Dogan da zanîn armanca komkujiya 1938’an tunekirina baweriya Elewiyan bû û wiha got:

Divê cihên hiş û baweriyê heta dawiyê bêne parastin. Ji bo vê divê Dersimî di hilbijartinên xwecihî de kesên ku temsîliyeta wan dike hilbijêrin. Bendewariyeke me ya bi vî rengî heye û karê me jî wê bi vî rengî be.