Di derbarê Hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Ayşe Altay de biryara girtinê hate derxistin û Altay hate girtin.

Ayşe Altay ji bo hevdîtina bi xizmê xwe yê girtî re çû Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hate destgîrkirin û piştre hate girtin.

Diyar bû Altay a xwediyê 8 zarokan e bi îddîaya “endamê rêxistinê ye” hate girtin.

Altay 29’ê Çileyê di operasyona li dijî siyasetmedarên ji de hatibû destgîrkirin û piştre bi kontrola edlî hatibû berdan. Li ser vê yekê dozgerê rejîma AKP’ê îtiraza berdana Altay kiribû.