Etnolog û siyasetmedarê Partiya Çepgir Elke Dangeleît diyar kir ku hikumeta Elmanyayê di warê tecrîda li ser Ocalan de, naxwaze Erdogan hêrs bike.

Elke Dangeleît bi sernavê ‘Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan’ di malpera nûçeyan a Heîse Onlîneyê de nivîsek nivîsand û siyaseta hikumeta Elmanyayê rexne kir.

Elke Dangeleît diyar kir ku bi sedan kes li dijî tecrîdê gi greva birçîbûnê de ne û bal kişand ser rewşa Leyla Guven a ku 104 roj in di greva birçîbûnê de ye

MEHEK JI SER PIRSNAMEYÊ DERBAS BÛYE LÊ TU GAV NEHATINE AVÊTIN

Elke Dangeleît diyar kir ku Partiya Çep derbarê tecrîdê pirsnameyek daye hikumeta Elmanyayê lê ligel ku mehek ji ser pirsnameyê derbas bûye hê hikumeta Elmanyayê tu gav neavêtiye. Elke got ku, “Bi domandina greva birçîbûnê re, îxtîmala mirinan jî pêk tê.”

Elke bal kişand ser vî tiştî ku di sala 2015’an de ji aliyê Erdogan pêvajoya çareseriya demokratîk hatibû bidawîkirin û bi piştî bidawîbûna muzakereyan re bajarên Kurdan hatin hilweşandin.

Elke diyar kir ku li Elmanyayê li ser Kurdan gelek zext jî tên kirin û Elmanya ji bo ku Erdogan hêrs neke, zextên xwe yên li ser Kurdan zêde kiriye. Elke bal kişand ser vî tiştî ku bi terora li ser Kurdan re, derdorên heyî bi awayekî sempatîk nêzî PKK û Ocalan dibin.