Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bangên li Stenbol û Amedê nirxand, diyar kir ku pêwîst e azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê misogerkirin.

Salîha Aydenîz, bal kişand ser hebûna Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk û wiha got:

Me di deklerasyonê de bal kişand ser vê pêşniyara çareseriyê û destnîşan kir ku divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe.

Rola ku îro ji bo aştî û demokrasiyê rêzdar Abdullah Ocalan girtiye ser xwe, ne tenê di nava gelê Kurd de ji aliyê hemû gelên cîhanê ve weke hêviyek tê dîtin.

Mirov bi baweriyeke mezin li vê wezîfeyê xwedî derdikeve.

Bi vê baweriyê li gelek deverên cîhanê rewşenbîr û nivîskaran tecrîda li ser Rêzdar Abdulah Ocalan qebûl nekirin û ji bo azadiya fîzîkî bê misogerkirin dest bi pêvajoyê kirin.

Me bi deklerasyona ku bi sedan sazî îmze kiribûn piştgirî da vê pêvajoyê.

Salîha Aydenîz, da zanîn komara ku ketiye sala xwe ya sed salî, ne demokratîk e û ji ber vê ne demokratîkbûnê, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.

Tecrîda li hemberî van pêşniyarên çareseriyê dewam dike, destkeftiyên gelê Kurd li her qadê tên hedef kirin.

Bêdengiya ku tevî sûcên şer ên li Başûr, Rojava û Mexmûrê heye, êrîşa li dijî avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a rêzdar Abdullah Ocalan e.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku ji bo aştiya hem li Rojhilata Navîn hem jî li Tirkiyê divê tecrîd bi dawî bibe.

Em dibêjin li dijî vê pêrgalê avakirina jiyana demokratîk pêkan e.

Ji bo vê jî divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêzdar Abdullah Ocalan bê misogerkirin.

Abdulah Ocalan hem ji bo demokratîkbûna Tirkiye û hem jî Rojhilata Navîn şansek mezin e.