Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa TJK-E, ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê daxuyaniyek da û bang li hemû Kurdan û dostên wan kir da ku tevlî çalakiyan bibin.

TJK-E got; Şerê ku li Kobanê li dijî hovîtiya çeteyên DAÎŞê hatî kirin, weke rizgariya gelan hatiye dîtin û 1’ê Mijdarê weke “Roja Kobanê ya Cîhanî” hat ragihandin.

Ev serkeftin, encama fikir û keda Rêber Apo ye. Gelê Kobanê û gelê Kurd bi jin û ciwanên xwe û Gerillayên Azadiyê, mohra xwe li vê serketina dîrokî xistin.

Rêber Apo, di hevdîtinên xwe de timî diyar dikir ku çi dibe bila bibe divê Kobanê were parastin.

Bi sedan jinan, di vê serketinê de li cem lehengên ku dîrok guhertin, cih girtin û bedewiya jina ku şer dike nîşanî me dan.

Divê îro em di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, hêz û îradeya xwe nîşan bidin.

Divê em bi ruhê Kobanê, berxwedan û rêxistinbûna xwe tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd misoger bikin.

TJK-E, bang li hemû gelê xwe û dostên wan, bi taybetî bang lijinan û ciwanan kir ku u têkoşînê geş bikin û tevlî çalakî û merasîmên ku bi mebesta Roja Kobanê ya Cîhanî 1’ê Mijdarê werin pêkanîn bibin.