Dayîka Hevserokê Giştî yê HDP’ê berê Selahattîn Demîrtaş, Sadiye Demîrtaş ji ber rewşa wê giran bû rakirin nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku Sadiye Demîrtaş ya piştî demekê tedawî didît, rakirin beşa lênêrîna awarte.

Selahattîn Demîrtaş ji bo dayika xwe bibîne serî li rêveberiya girtîgehê da.

Daxwaza Demîrtaş ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat qebûlkirin û bi balafireke taybet birin Amedê.

Selahatîn Demîrtaş, di bin dorpêçeke zêde ya polîsan de li nexweşxaneyê serdana dayîka xwe kir.

Piştî Demîrtaş dayika xwe dît, bi konvoyeke wesayîtên zirxî ên polîsan ji nexweşxaneyê hat derxistin.

Siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş bi hinceta doza kumpasê ya Kobanê mîna gelek siyasetvanê Kurd ev zêdetirî 7 sal girtiye.

Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Edîrneyê tê ragirtin.

Bavê Selahattîn Demîrtaş Tahîr Demîrtaş 31’ê Kanûna 2023 wefatkiribû.