Hunermend Emel Çîftçî li Amedê bi îdiaya “avakirin û rêvebirina rêxistinê” û “endama rêxistinê” li ser îfadeyên şahidê veşartî Ulaş hatibû girtin, doh di rûniştina yekem a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de hat berdan.

Emel a ku hat tahliyekirin li ber girtîgehê ji aliyê hevalên xwe yên hunermend û stranbêj û namzeta hevserokatiya DEM Parti ya Mêrdînê Devrim Demir û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi coş hat pêşwazîkirin. Hunermendan bi strana ‘Tu kî yî’ xêrhatina hevala xwe kirin û girtina wan şermezar kirin…