Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya Şerê Tunekirina Terorê de 1 jê jin, 6 çeteyên DAIŞ`ê girtin û navên wan aşkera kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmenek der barê girtina 6 çeteyên DAIŞ`ê de ku yek ji wan jin e, weşand. QSD`ê diyar kir ku çete di qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya hemleya Bagera Cizîrê de hatine girtin.

Li gorî QSD`ê navên çeteyên hatine girtin wiha ne:

“Mihemed Hisên Tanî bi navê Ebû Emîne El-Daxistanî tê naskirin, Emîne Emîr Xan Nadir, Hesen Şeban bi navê Ebû Ela El-Cebûrî Ebû Decana tê naskirin, Îsmaîl Reşîd Refîq bi navê Zekeriya El-Ezerî tê naskirin, Sêf Ehmed Tilêlî bi navê Ebû Bekir El-Cezayîrî tê naskirin, Mustefa Ebd El-Hadî El-Mûsa bi navê Ebû Ebbrehman El-Insarî tê naskirin.”