Parêzerên bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîda li İmraliyê bang li NY û Rêxistina Mafên Mirovan kir ku madeya 6’an a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanî ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, aktîv bikin.

Hiqûqnas Şadî Îbrahîm ê ji kantona Tebqayê diyar kir di 2 salên dawîn de dewleta Tirk di aliyê binpêkirina mafên mirovan de li ser asta cîhanê ya yekemîn e û got:

“Ji dema Rêbertî beriya 25 salan ve ji hêla dewleta Tirk ve hatiye revandin, Rêbertî xistiye giravekê û dûrî hêmanên jiyanê hiştiye.”

Îbrahîm bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Mafên Mirovan kir ku madeya 6’an aktîv bikin û got:

“Li gorî wê madeyê her mirovek li her derê bi mafên xwe yên kesayetî yên qanûnî tê îtîrafkirin. Li gorî wê jî Rêbertî kesayetekî siyasî ye û pêwîst e li derveyî dewleta Tirk û li pêşiya dadgeha mafên mirovan û dadgeha navneteweyî be. Pêwîst e dewleta Tirk li ser binpêkirinên wê ji qanûn û peymanên navneteweyî re bê rawestandin.”

Endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Yasir Kurdî jî bal kişand ser fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ku girtîgeha girava Îmraliyê ji bo pêşeroja azad a gelan veguhast navenda lêkolînan û got:

“Aloziya heyî di navbera 2 projeyan de ye. Projeya modernîteya kapîtalîzmê û modernîteya demokratîk. Projeya yekemîn hewl dide bi rêya parçekirinê tevliheviyê pêk bîne. Projeya duyemîn jî hewl dide bi rêya yekkirina parçeyan di bin siya sîstema konfederaliya Rojhilata Navîn de û bi rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd, yekbûnê pêk bîne.”

Kurdî bang li gelên azadîxwaz kir ku asta têkoşînê bilind bikin, fikrên Rêber Abdullah Ocalan belav bikin.