Komîteya Rêveber a PKK’ê bi mebesta 1’ê Gulanê Cejna Karkeran, bang li her kesî kir ku ji bo Pêngava Azadiya Gerdûnî ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di 1’ê Gulanê de qadan tejî bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di kesayeta şehîdên 1ê Gulanê de hemû şehîdên azadiyê bibîranîn û got;

Teqez e ku gelê me û dostên gelê me, wê derfetên hatine afirandin baş binirxînin, li gel kedkar, keddaran wê xwedî li 1’ê Gulanê derkevin.

1’ê Gulanê roja yekîtî, piştevanî û têkoşîna çîna karker e û civakan e.

Divê hêzên hilberîner û afirîner, bi enerjî û potansiyela xwe ya dîrokî têkoşînê li her qadê pêş bixin û aktîf bikarbînin.

Xweza me ya ku em li ser dijîn û civaka me ya ku ji aliyê me ve hatî afirandin, encex bi têkoşîneke wiha dikare, ji wêranî û talana modernîteya kapîtalîst rizgar bibe.

PKKe dazanîn ku nakokî û krîz encama şerên taybet in û got;

Pêşengên Şerê Cîhanê ya 3mîn ku 30 salin dewam dike, rê li ber çareseriya kaos û kîrzan digire.

Derketina ji kaos û krîzan, encex bi têkoşîna hêzên modernîteya alternatîf ya modernîteya demokratîk pêkan e.

PKKe got: Rêber Apo bi pêkanîn û pêşxistina Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk, wateya 1’ê Gulanê bêhtir derxiste pêş.

Sosyalîzm li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiya civakî ji nû ve pênase kir.

Sosyalîzma demokratîk a zanistî ji serweriya desthilatdarî û dewletê rizgar bû û meşaleya 1’ê Gulanê bêhtir geş bû.

Rêber Apo ku bandor li wateya 1’ê Gulanê kiriye, xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Ji ber vê jî, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di çalakiyên 1’ê Gulanê de û belavkirina paradîgmeya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya li her cihî, wezîfeyeke bingehîn e.

Îro gelê Kurd û bi taybetî Jinên Kurd bi hişmendiya azadî, rêxistinî pêşengiya şoreşa civakî dikin.

Cesaret û fedekariya ku ciwanên Kurd di xeta fedaiyane ya Apoyî de bi pêşxistin, îlhamê dide her kesî.

Operasyonên şoreşgerî yên ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li her qadê bi taybetî li Zapê, derbên giran li artêşa Tirk a faşîst xistin.

Berxwedana çapemeniya azad a Kurd ya li dijî êrîşên li Ewropa û hem jî li Tirkiyê, hêvî û vîna azadiyê hîn bêhtir xurt dike.

Ev teva hêzeke mezin in û divê ev hêz û hemû hêzên demokratîk û civakî yên li Tirkiyê û Kurdistanê, di 1ê Gulanê de, li dijî dîktatoriya faşîst ya AKP-MHP’ê qadan dagirin, xwişk-biratiya dîrokî ya gelan xurt bikin.

Berxwedana çapemeniya azad a Kurd ya li dijî êrîşên li Ewropa û hem jî li Tirkiyê, hêvî û vîna azadiyê hîn bêhtir xurt dike.

Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP’ê û alîgirên wê, wê di dema pêş de jî êrîşên bi heman rengî pêk bînin.

Divê gelên li Tirkiyê hêzên demokrtaîk û gelê Kurd bi ruhê berxwedana li Îmraliyê û Zapê li dijî van êrîşan, li ber xwe bidin û serketinê misoger bikin.