HPG’ê 2 gerîlayên ku 2018’an bi êrîşa hewayî ya li ser Zapê şehîd bûbûn bi bîr anî û got, ”Hevrêyên me Cîlo û Mahîr bi lehengiya ku bi ruhê fedayî yê Apoyî û coşiyeke mezin nîşan dane wê rêya me ber bi serfiraziyê ronî bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî 2 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

17’ê Nîsana 2018’an ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser eyaleta Zapê hevrêyên me Cîlo û Mahîr şehîd bûne.

Hevrêyên me Cîlo û Mahîr her yek jê li nav malbateke welatparêz çêbûne û li derdoreke têkoşer ku bi ser nirxên xwe ve mezin bûne. Bi çanda cografyayeke wiha, li ge hemû polîtîkayên zext û koçberkirinê ya dewlta Tirk jî ti caran serê xwe netewandin û têkoşiyane, gihaştine. Hevrêyên me Cîlo û Mahîr ku bi vê çanda berxwedaniy3e mezin bûn, kirinên komkuj ên dewleta Tirk a faşîst û qirker ji nêz ve dîtine, bi biryareke radîkal tevlî nav refên gerîla bûne. Hevrêyên me tim li xwe zêde kirine, li îdeolojiya Rêber Apo hûr bûne, bi çanda berxwedêr ku lê mezin bûne û felsefeya Rêbertî gihandine hev, kesayateke milîtan a fedayî ya profesyonel û Apoyî danîne holê.

Hevrêyên me Cîlo û Mahîr li Zagrosan bûne xwedî pratîkeke pêşeng û di gelek çalakiyan de ku derbên giran li dijmin dane cihê xwe girtine. Her demê li serkeftinê asê bûne, li peywirên xwe pir guhdar bûne, hemû peywir û berpirsyariyên xwe yên di pratîka gerîlatiyê de bi serkeftin û fedakariyeke mezin bi bi cih anîne. Hevrêyên me ku hay ji peywirên xwe yên bi pêşengî û milîtaniya Apoyî bûn, her demê bi berpirsyariyeke mezin li peywirên xwe xwedî derketine, li felsefeya Rêbertî hûr bûne, di xebatên pratîk de û di pêvajoyên perwerdehiyê de tim li xwe zêde kirine. 2017’an li dijî tevgfera dagirkeriyê ya li ser Eyaleta Zapê berxwedaniyeke mezin hatiye nîaşndan û artêşa TC’ê ya dagirker ji bêgavî ji qada Qela Bedewê vekişiyabû. Di vê pêvajoya dîrokî de hevrêyên me Cîlo û Mahîr, bi kedeke mezin, bi aktîfî tevlî hemû çalakiyan bûne û nehiştine ku dijmin çavê xwe veke. Dewleta Tirk a dagirker ku bi tirsonekî û bi bêgavî pişta xwe dayî teknîka şer, nkeariye ku çalakiyên afirandêr ên hevrêyên me asteng bike û ji derbên giran xwe xilas nekiriye. Hevrêyên me herî dawî bihara 2018’an pêşengî ji gelek çalakiyan kirine ku di van çalakiyan de derbên giran li dijmin dane, piştî çalakiyeke 17’ê Nîsana 2018’an di bombebarekê de şehîd bûne.  Hevrêyên me Cîlo û Mahîr bi lehengiya ku bi ruhê fedayî yê Apoyî û coşiyeke mezin nîşan dane wê rêya me ber bi serfiraziyê ronî bikin û her demê weke lehengên Zagrosê werin bibîranîn.

Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ên leheng, serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em sond dixwin ku têkoşîna hevrêyên me yên şehîd ên leheng bi serfiraziyê tacîdar bikin.https://cdn.iframe.ly/NauAU4g


Nasnav: Cilo Elbak
Nav Paşnav: Burhan Delîbaş
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Aynur – Şevket
Cih û Dema Şehîdbûnê: 17’ê Nîsana 2018’an /

Nasnav: Mahir Zozan Lice
Nav Paşnav: Şaban Doguç
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Felek – Nurettîn
Cih û Dema Şehîdbûnê: 17’ê Nîsana 2018’an / Zap