Civîna salê ya Meclîsa Gel a Demokratîk ya wargeha Mexmûrê piştî 4 rojan îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Hemû endam, sazî û pêkhateyên Meclîsê tevlî civînê bûbûn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustam Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna hemû endamên Meclîsa Gel a Demokratîk, Meclîsa Îştar, Meclîsa Ciwanan û xebatkarên wê civîna salekê ya kar û xebatan piştî 4 rojan îro bi dayîna daxuyaniyekê we bi dawî bû.

Civîn roja 26’ê Sibatê li salona Konferansê ya wargehê destpêkir. Civîn ji aliyê her 2 Hevserokên Meclîsa Gel a Demokratîk Pakîstan Bîlen û Hecî Kaçan û her du Hevserokên Dîwana Meclîsê Hazim Kar û Evîn Tayboga ve hate rêvebirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê şehîdên şoreşê  Tayboga axavtina vekirinê kir.

Piştre raporên xebatên salekê yên hemû saziyên beşdar ji pêkhateya civînê re hat pêşkêş kirin.

Di hemû raporan de xalên esas û hevbeş yên derketî pêş têrnebûna asta kar û xebatên di nava salê de hatibûn meşandin bû û rexnedanên wan hatin dayîn. Her wiha di çarçoveya bersivbûyîna ji pêngava KCK’ê ya “Dem, dema azadiyê ye” astengî û kêmasiyên rêbazan hatin destgirtin û ji bo derbaskirina wan nirxandin pêşketin.

Tevahiya roja yekem bi xwendina raporan ve derbas bû. Roja duyemîn ji beşdaran re mafê axaftinê hate dayîn. Beşdaran bi qasê sê rojan li ser kar û xebatên salekê yên pêkhatinî, tesbîtkirina pirsgirêkên li pêşiya pêkanîna têrker a xebatan, her wiha çawatiya çareserkirina wan gotûbêjên girîng hatin kirin.

Civîn herî dawî bi xistina dengdanê ya pêşniyarên ku hatinî kirin û diyarkirina plansaziya sala nû ve bi dawî bû.

Çêkera civînê piştî civînê bi giştî çûn serdana koma 36. ên greva birçîbûnê yên li Saziya Malbatên Şehîdan û li wê derê bi daxuyaniyekê peyama dawî ya civînê hate dayîn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan daxuyanî da. Kaçan destpêkê ji bo bîranîna ruhê şehîd Şoreş Beytuşebab, hemû şehîdên berxwedana Garê, şehîdên meha Adarê û hemû şehîdên rêya azadiyê civat vexwand ji bo deqeyek rêzgirtinê. Kaçan bal kişand li ser girîngî û naveroka civîna salê ya 4 rojan domkirî û wiha pêde çû: “Gelê me yê welatparêz, dost û derdorên demokrat, wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî, wek Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar, Meclîsa Ciwanan û tevahî xebatkaran, wek wargeha Şehîd Rustem Cûdî me civîna xwe ya salekê piştî kongreyê lidarxist. Di civîna ku xebatên salekê hatin nirxandin de taybet pêvajoya em di nav de, rewşa gelê me, têkoşîna tê meşandin û bi taybetî jî pêngava ‘Dem, dema azadiya Rêber Apo’ ku îro gihîtiye lûtkeyê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Her wiha erk û berpirsiyariyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ku yek ji qadên têkoşînê ya herî girînge û rojane di bin gef û êrîşan de ye, me xebatên xwe nirxand. Bi tevlîbûn û nirxandinên ku çêbûyî û nêrînên hatinî dayîn bi giştî weke ji demê re bûyîna bersiv, weke li pey şopa Rêbertî û şehîdan bilindkirin û xurtkirina têkoşînê, bi ruhê şoreşan û fedayiyên berxwedana Garê re berxwedanê mezinkirin biryardariyek derket pêş. Emê di pêvajoya li pêş xwe de jî li gorî kêmasî, lewazî û nebesiyên hatinî jiyankirin, di hemû aliyan de, di aliyê xwe tevlîkirinê de, di aliyê pêkanîna erk û berpirsiyartiyên xwe yên li beramberî Serokatî û şehîdan de û di aliyê meşandina xebatekî hîn xurttir de di dema pêşiya me de xwe tevlîbikin; ji aliyê hemû çêker û beşdarên civînê ve ev biryardarî derket holê.”

Kaçan di  dewama axaftina xwe de diyarkir ku civîna wan bersivek e ji îtîfaqa AKP-MHP’ê re û wiha berdewam kir: “Civîna me ji îttîfaqa AKP-MHP’ê ya faşîst, Dewlet Bahçelî yê ku digot emê Mexmûrê bişewitînin û têkbibîn, ji gefên DAÎŞ’ê û damezrînerê wê AKP-Erdogan yên li ser Mexmûrê tên kirin re bersivek bû. Gelê Mexmûrê di dîroka penabertiya xwe de li hemberî dijminan û teslîmiyetê serê xwe ne tewandiye û di vê civîna hatî lidarxistin de jî heman biryardarî derket holê. Em çiqasî têkoşîna xwe xurt bikîn, emê ewqasî nêzî Rêbertiyek azad bibîn, nêzî azadiya gelê xwe û welatê xwe bibîn.”

Kaçan her wiha qala gefên li ser Mexmûrê tên kirin kir û ragihand: “Eger ku şêweyek gefê  li gelekê têkoşer û sivîl wek Mexmûrê tê xwarin ew dide xuyakirin ku ev têkoşîn bi serketiye. Gelê Mexmûrê di têkoşîna xwe de bi serketiye. Tevî dorpêç, nexweşiya koronayê, êrîşên DAÎŞ û Tirkiyê eger îro dîsa Mexmûr hedef e û daxuyaniyên rayedarên faşîst ên êrîşkarî tên kirin, ev serketina gel, têkoşîn û paradîgmaya Rêbertiya me dide xuyakirin û têkçûna AKP-MHP’ê û hevalbendên wan yên Başûr PDK’ê nîşan dide.”
Kaçan anî ziman ku gelê Mexmûrê çawa ku heya niha li ser şopa şehîdan û Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin kiriye, wê ji îro şûn de jî bi heman şêwazî berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin û ti astengî û kelem wê nekaribe wan ji rêya wan a bi rûmet nede aliyekê.

Kaçan di dawiya axaftina xwe de got ku wan dema ketine ser vî rêyî soz dane Rêber, şehîd û gelê xwe ku ewê li ser vî bingehî bimeşin û wiha dawî li axaftinê xwe anî: “Ev civîn ji bo wê mînakek bû. Em bi navê tevahî başdarên civînê, Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar, Meclîsa Ciwanan û hemû xebatkarên xwe vê civîna ku serkeftî hatî destgirtin û nirxandin, em diyarî berxwedana Garê dikîn û diyarî Rêber Apo dikîn. Em ji niha ve bi navê hemû çêkera amade, ya civînê û tevahî gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî silav û heskirinên xwe ji bo Rêber Apo, berxwedêrên zindanan û ji bo şervanên azadiyê dişînin. Em serkeftina Garê ya bû sedema binketina dewleta faşîst û têkçûna komplo û planên wan ên qirêj silav û pîroz dikîn. Her wiha em ji niha ve 8’ê Adarê û Newrozê li Rêber Apo, şervanên azadiyê, berxwedêrên zindanan û gelê Kurd ê welatparêz pîroz dikîn, em dibêjîn dem, dema azadiya Rêber Apo ye, bi têkoşîn û berxwedaniya me ya li her çar parçeyên Kurdistan û tevahî cîhanê vê Rêber Apo azad bibe û emê bikarîn bi Rêber Apo re azad bijîn.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd namirin” hatin qêrkirin û bi vî rengî merasîm bi dawî bû.