HPG’ê destnîşan kir ku, hevrê Gerilla Rojda, milîtaneke pêşeng ya YJA Starê bû, bi helwesta xwe ya dilsoz û bi biryar di geşkirina têkoşîna me de kedeke girîng da û tevî karwanê nemirên Kurdistanê bû.

Navenda Ragihandin HPG’ê jî, derbarê şehadeta Gerilla Rojda de agahî dan û got;

“Hevrêya me Rojda Mahîr di Gulana 2023’an de di encama êrîşa dijmin ya li ser Herêmên Parastina Medyayê de şehîd bû.

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku her roj bi qehremaniyeke mezin didome û bi saya keda bêhempa ya van lehengan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet ji bo gelê Kurd dibe hêviya azadiyê. Ev têkoşîna bi rûmet, bêguman deyndarê hevrêyên me yên qehreman e ku her roj bi lehengî şer dikin û di vê riyê de şehîd dibin.

Bi saya fedekarî û hewldanên bêhempa yên şehîdên me, Tevgera me gihiştiye rewşa xwe ya pêşeng. Hevrêya me Rojda jî bû milîtaneke pêşeng ya YJA Starê ku bi sekna xwe ya dilsoz û bi biryar di pêşxistina têkoşîna me de kedeke girîng da. Li her cihê ku têkoşiya, wê xeta jina azad pêk anî û her dem ev xet parast. Hevrêya Rojda di her kêliyê de hewl dida têkoşîna me mezin bike û ji boku fikrên Rêbertiya me bigihîne hemû jinan, wê mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî pêk anî.

HPGe, ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîd wiha eşkere kir:

Hêvî Reşîd, bi nasnav, Rojda Mahîr, li Efrînê ji dyaik bûye, dayik û bav, Almas – Reşî di Gulana 2023’an de, li Herêmên Parastina Medya şehîd bû.