Brîtanya Mezin bi peymana Brexîtê re bi rengekî fermî di 1’ê Sibata 2020’an de ji nava Yekîtiya Ewropayê derketibû. Peymana hate amadekirin jî têkiliyên aborî yên dema derbasbûnê ya heta 1’ê Çileya 2021’ê sererast dikir.

Lê belê tevî îtirazên Yekîtiya Ewropayê jî hikumeta Serokwezîr Borîs Johnson pêşnûme qanûn pêşkêş kir ku ev yek hin xalên peymanê binpê dike. Pêşnûme li Kamara Avamê di dengdanê de li dijî 253 dengên dijber, bi 340 dengan hate qebûlkirin.

Pêşnûme qanûna ku qebûl dike London ‘hiqûqa navneteweyî binpê dike’ wê ji Kamara Lordan re bê şandin.

Serokwezîr Borîs Johnson ku pêşnûme qanûnê diparêze, dixwaze pêşî li bazirganiya serbest a navbera Brîtanya Mezin û Bakurê Îrlandayê bigire. Johnson ji bo jinûve nirxandina xalên pêwendîdar ên Peyman Brexîtê 15’ê Cotmehê nîşan dabû ku wê civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê bê lidarxistin.