Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê çar gerîlayên 12’ê Hezîranê li Çiyayê Tendurekê şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin, “Di daxuyaniya 18’ê Hezîranê de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker 12’ê Hezîranê bomberdûmaneke giran li Çiyayê Tendurekê kiriye û di encamê de 4 hevalên me gihîştine asta şehadetê. Agahiyên berfireh ên li ser sicîla hevalên me yên şehîd bûne wiha ne.

Nasnav: Argeş Amed

Nav paşnav. Behram Ebasî

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-Bav: Hatûn-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Tendurek

Nasnav: Botan Qelqelî

Nav paşnav: Osman Ayaz

Cihê jidayikbûnê. Wan

Dayik-Bav: Sayîme-Şahabettîn

Dem û cihê şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Tendurek

Nasnav: Çiya Rojhat

Nav paşnav: Sezgîn Demîr

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Zileyha-Kamîl

Dem û cihê şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Tendurek

Nasnav. Şerzan Cîlo

Nav paşnav: Îreç Caferî

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-Bav: Zehra-Serar

Dem û cihê şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Tendurek

Li dijî zilm û polîtîkaya tinekirinê ya artêşa TC a dagirker ku li dijî gelê Kurd pêk tîne, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya Eyaleta Serhedê de hêzên me gelek çalakiyên serketî kirin û derbên giran li dijmin xistin. Hêzên me yên gerîla ku li eyaletê li dijî dewleta TC bi rengekî dîrokî li ber xwe didin, di her demê de bi berpirsyarî û biryardariyeke mezin wezîfeyên serdemê bi rengekî serketî bi cih anîn. Bêguman di encama keda bêhempa ya şehîdên me yên leheng de serketinên heyî hatine afirandin.

Hevrêyên me Argeş (Behram Ebasî), Botan (Osman Ayaz), Çiya (Sezgîn Demîr) û Şerzan (Îreç Caferî) ku her yek ji wan bîrdariyeke mezin a berxwedanê ne, li Eyaleta Serhedê wezîfeyên girîng pêk anîn û li dijî dijmin bi lehengî şer kirin. Hevalên me Argeş, Botan, Çiya û Şerzan ku tevî sekna xwe ya li jiyanê bi şervaniya xwe ya li dijî dijmin ji me re bûn mînak, bûn bersiv ji pêvajoyê re û navê xwe li berxwedana sala 2019’an nivîsandin.

Di şexsê malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê şerê azadiyê yê şehîdên xwe bi ser bixînin.”