Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîlayê HPG’ê Parîzan Semsûr (Ramazan Topaloglû) bi bîr anî ku di 15’ê Mijdarê de li Zapê şehîd bû.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 16’ê Mijdara 2020’î de me ragihandibûn ku 15’ê Mijdarê dema ku artêşa Tirk a dagirker ji gundê Nêrwe hewl dida ber bi qada Tîpa T ber bi pêş ve biçe, hêzên me ji nêz ve li dagirkeran xistin û di encamê de 3 dagirker ceza kirin. Hevrêyê me Partîzan ku li dijî dagirkeran bi rêbaza fedayî û lehengiyeke mezin şer kir, tevlî nava karwanê cangoriyan bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Partîzan Semsûr
Nav paşnav: Ramazan Topaloglû
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Bedriye-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Mijdara 2020 / Zap

Dewleta Tirk a dagirker û hêzên noker li dijî gelê Kurd ê ji bo azadiyê têdikoşe her tim bi rêbazên herî bêexlaq komkujî kirine. Bi pêngava Rêber Apo û berxwedana bêhempa ya PKK’ê, gelê Kurd û ewladên wan ên leheng êdî dagirker nas kirin, bi berxwedaneke bênavber li dijî sîstema qirker mêtinger têkoşiyan û xwe gihandin vê astê. Têkoşîna destanî ya ku bi berdêlên mezin hate meşandin, ji bo gelê herêmê bû çavkaniya azadiyê, gelên bindest li dora felsefeya Rêber Apo gihîştin hev û li dijî dagirker û nokeran têkoşîna azadî û demokrasiyê bi biryardariyeke mezin dimeşînin. Dewleta Tirk a qirker û faşîst ku nûnerê sîstema kapîtalîst ê li herêmê ye û bi komkujiyên di dîrokê de kiriye tê naskirin, bi piştgiriya mêtingeran li dijî gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd komkujiyên nû dike. Berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê jî her cûre planên dewleta Tirk a faşîst pûç dike û rejîma faşîst tîne ber hilweşînê.

Dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya êrişên xwe yên dagirkeriyê de, 15’ê Mijdarê li herêma Zapê dema ku dixwest bi pêş ve biçe, di şexsê hevrêyê me Partîzan de li berxwedaneke dîrokî rast hat û gelek kuştî da.

Hevrêyê me Partîzan xwe bi îdeolojiya Rêber Apo xemiland, kesayetiya milîtanê fedayî yê Apoyî di şexsê xwe de şênber kir û bi vî rengî bû fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me Partîzan ku ji navçeya Kalikê ya welatparêz a bajarê me Semsûrê tevlî nava refên azadiyê bû, di nava PKK’ê de bi pratîka xwe bû lehengekî rasteqîn. Hevrêyê me li gelek herêmên cuda berpirsyarî û erkên cuda da ser milê xwe û bi serketineke mezin û daxwazeke xurt a têkoşînê ev berpirsyariyên xwe bi cih anî. Berxwedana şehîdê me yê leheng bû mînaka rêbaza lêdana tûj a gerîlayê serdema nû û kesayetiya milîtaniya fedayî ya Apoyî. Ruhê berxwedana fedayî yê hevrêyê me Partîzan wê her tim rêya serketinê nîşan bide û bibe çavkaniya têkoşîna me.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd em sersaxiyê ji gelê Semsûrê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bi daxwaza têkoşînê ya şehîdên me yên leheng ber bi serketinê ve bimeşin.”