HPG’ê gerîlayên YJA Starê Amara Ronahî (Muzeyyen Aydinli) û Doga Rizgar (Eylem Moço) yên 3’ê Cotmehê li Amedê şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û nasnameya gerîlayên HPG’ê Amara Ronahî û Doga Rizgar ên 3’ê Cotmehê li bejahiya Amedê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker piştî ku 3’ê Cotmeha 2020’an li mintiqeya Horselê ya qada Şehîd Serxwebûn a Amedê bombardûmaneke giran kir, 4’ê Cotmehê bi helîkopteran hêzên xwe danî herêmê û dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Ev operasyon êvara 4’ê Cotmehê bi vekişîna hêzên dagirker bi dawî bû. Ji ber bombardûman û şer hevrêyên me Amara û Doga şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Amara Ronahî
Nav paşnav: Muzeyyen Aydinli
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Mûhsîne-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Cotmeha 2020 / Amed
Nasnav: Doga Rizgar
Nav paşnav: Eylem Moço
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Aysel-Seyîthan
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Cotmeha 2020 / Amed

Hevala me Amara ku bi eslê xwe ji navçeya Misric a Sêrtê bû, li Êlihê li nava derdoreke welatparêz ji dayik bû. Polîtîkayên qirkirinê û asîmîlasyonê yên dagirkeran ên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît. Komkujiyên ku dagirkeran timî li ser gelê Kurd rewa didîtin ti carî qebûl nekir û sala 2003’an tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrê Amara ku ji bo bersivê bide komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî tevlî nava refên gerîla bû, ji roja ku tevlî bû û pê ve xwe di îdeolojiya jinên azad a Rêbertî de kûr kir. Li ser vê bingehê bi sekn û mîsyoneke fedayî rabû. Wezîfe û berpirsyariyên xwe hemû bi rengekî bêkêmasî bi cih anî û di nava têkoşîna xwe de timî bi rengekî fedakar, pak û kedkar tevlî bû. Hevala me Amara ku li gelek qadên têkoşînê wezîfeyên cuda da ser milê xwe û her wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî, herî dawî li Eyaleta Amedê kar kir û bi berpirsyariya fermandariyeke pêşeng rabû. Li hemû qadê ku lê ma, bi awayekî çalak tevlî pêngavan bû û bi israra xwe ya tevlîbûna li karên zehmet û bi kesayetiya xwe ya dilnizm timî di nava hevrêyên xwe de bû fermandareke pêşeng a jê dihate hezkirin. Di dema artêşbûna jinê YJA Starê de ji bo afirandina gerîlayên profesyonek kedeke mezin da. Hevala me Amara bi tevlîbûna xwe ya fedayî ya li nava jiyanê, bi biryardariya xwe ya li têkoşînê, bi rêbaza xwe ya fermandariyê û bi pîvanên jinên Kurd ên Azad ku di kesayetiya xwe de şênber kir, wê ji bo me timî bibe rêberek. Wêrekiya wê ya li dijî dijmin, fedakarî, hevrêtî, hezkirin, dilsoziya bi gel, şehîdan û Rêbertî wê ji bo me bibe mînak.

Hevrêya me Doga li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û li derdoreke têkoşer mezin bû. Li dijî pêkanînên qirker ên dewleta Tirk a faşîst têgihiştî ku têkoşîna herî xurt û yekane tevlîbûna li nava refên gerîla ye, lewma tevlî nava refên azadiyê bû. Bi hêrseke mezin û bi daxwazeke xurt a têkoşînê bi berxwedanê bersiv da êrişên qirker ên dijminê mêrtinger. Hevrêya me Doga bi îradeya xwe ya qewîn, bi çanda berxwedanê ya Apoyî, bi mînaka lehengiyê ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger nîşan da, di nava karwanên şehîdan ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cihê xwe yê pîroz girt.

Weke şopdarên Amara û Doga, em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên şehîd ên leheng bi ser bixînin û di serî de ji malbatên şehîdên xwe yên leheng, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”