Cîgirê Hevserokên HDP’ê yên Amedê Îrfan Soner diyar kir ku kampanya “Destpêkê edalet” wê heta 1’ê Gulanê dewam bike û destnîşan kir ku rojeva sereke ya vê kampanyayê tecrîda li Îmraliyê ye. Soner got, “Em ne li benda edaletê ne, em ê edaletê pêk bînin.”

Kampanya ‘Destpêkê edalet’ ku 8’ê Sibatê li Enqereyê bi civîneke çapemeniyê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir, li Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dike. Cîgirê Hevserokên HDP’ê yên Amedê Îrfan Soner li ser naveroka vê kampanyayê axivî.

Soner destnîşan kir ku rojeva bingehîn a kampanyayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diyar kir, ku di halê hazir de li bajaran bi serdana kolan, mal û esnafan kampanya dewam dike.

‘CIVAK DIXWAZE DESTHILATDARÎ BIÇE’

Soner ragihand ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye û anî ziman ku sernavê “Bes e ji tecrîdê re, edalet ji bo girtiyan’ di nava kampanyayê de cih digire.

Soner bi dewamî got, “Krîmînalîzekirina gelê Kurd bi destê dewletê û zext û zordariya tê kirin, bi rengekî eşkere ji aliyê civakê ve tê dîtin. Dema ku em bala xwe didin ser karê xwe yê nava hefteya dawî dibînin ku civak li dijî dewletê xwedî nerazîbûnê ye. Ji bo hikumeta heyî bi dawî bibe bang li me dikin. Ji me dixwazin ku em di vê çarçoveyê de bixebitin. Ev yek jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Îro hilbijartin bê kirin li Amedê di ser ji sedî 80’î re em ê deng werbigirin.”

‘EDALET JI BO HER KESÎ’

Soner li ser kampanyayê ev agahî da:

“Ev kampanya pêngava me ya çaremîn e. Weke ku tê zanîn ji Edîrneyê heta Colemêrgê, her wiha ber bi Enqereyê ve meş hate lidarxistin. Bi rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtinên me çêbûn. Civînên li ser kar û xwedîkirinê çêbûn. Lewma ev pêngava me ya çaremîn e. Pêwîstiya her kesî bi edaletê hate dîtin. Ev dirûşm nayê wê wateyê ku em ji dewletê li benda edaletê ne, em ê bi meşa xwe ya ber bi desthilatdariyê ve edaletê bidin her kesî. Em dibêjin edalet ji bo karker, kedkar, karmend û tevahiya civakê. Bêguman destpêkê jî em dixwazin deriyên girtîgeha Îmraliyê û girtîgehan hemûyan vekin.”

‘EM Ê DEST BI KAMPANYAYÊN NÛ BIKIN’

Li ser qonaxên kampanyayê Îrfan Soner ev agahî parve kir:

“21’ê Sibatê di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bi beşdariya hevserokê me yê giştî Mîthat Sancar ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê em ê dest bi kampanyayê bikin. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 16’ê Adarê Komkujiya Helebçeyê, 21’ê Adarê pîrozbahiyên Newrozê, 4’ê Nîsanê rojbûna Birêz Ocalan û 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran… Em ê karekî berfireh bimeşînin.”