rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navneteweyî (HUMAN RIGHTS WATCH-HRW) der barê êrîşên dewleta Tirk ên di navbera 5-10’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporek weşand.

Di rapora li ser malpera înternetê de agahiyên Rêveberiya Xweser a saziyên sivîl jî hatine parvekirin.

Hat bibîrxistin ku li herêmên Cizîr, Hesekê, Reqa û Şehbayê zêdetirî 150 noqte hatine bombebarankirin û bi dehan kesên di nav wan de sivîl jî hene, jiyana xwe ji dest dane; her wiha navendên sivîl û xizmetguzariyê ziyan dîtiye.

Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku êrîşan ziyanek mezin daye binesaziya herêmê, 18 îstasyonên avê, 11 santralên ceyranê ji xizmetê derketine û vê jî bi texmînî bandor li 4 milyon û 300 hezar kesan kiriye.

Di raporê tê destnîşankirin ku ev ne ne êrîşên yekemîn ên dewleta Tirk in û tê gotin:

“Êrîşên hewayî yên Mijdara sala 2022’yan jî li herêmên hejmarek zêde mirov lê dijîn û binesaziya jiyanî ya girîng, rê li ber ziyaneke mezin vekiribû. Pêwîste dewleta Tirk bi lezgînî dest ji van êrîşên ku li ser çavkanî û tevahiya binesaziya ji bo maf û tenduristiya mirovên herêmê, jiyanî ne, berde.”

Di raporê de ev nirxandinên Alîkarê Dîrektorê Rojhilata Navîn ê Human Rights Watch Adam Coogle jî hatine parvekirin:

“Dewleta Tirk li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê binesaziyên jiyanî dike hedef ku di nava wan de îstasyonên av û ceyranê jî hene. Mirovên li bajarê Hesekê û derdora wê ku ji xwe di 4 salên dawî de bi qeyrana avê re rû bi rû mane, niha jî, mecbur dibin ku barê bombebaran û hilweşînan hilgirin. Ev jî hewldanên xwe gihandina çavkaniyên bingehîn ên avê zêdetir zehmet dike.”