Kobenda Jinên Kurdistanê û Hunermend Beyan Zerîfî bi boneya salvegera vebûna Jin TV û rast hatina 8’ê Adarê serdana Kompanya Gizîngî Berbeyanî kirin û pîrozbahahî li kedkarên jin ên ragihandinê kirin.


Bi boneya Roja Cîhanî a Jinan 8’ê Adarê û salvegera vebûna Jin TV Kobenda Jinên Kurdistanê û hunermend Beyan Zerîfî li Silêmanî serdana navenda Kompanyaya Gizîngî Berbeyanî kirin.

Kobenda Jinên Kurdistanê û hunermend Beyan Zerîfî roja cîhanî ya jinan li kedkarên ragihandina jin pîroz kirin û diyar kirin ku Jin TV kariye di demeke kurt de serkeftin bidest bixe û ferqa xwe nîşan bide.

Hunermend Beyan Zerîfî jî spasiya xebatkarên Jin TV kir û hêviya bername û xebatên zêdetir ji wan kir da ku bikarin bi xebatên xwe cih bidin deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê.

Bi nave Kobenda Jinên Kurdistanê Haja Salar axivî û got, “Me weke rêxistina Jinên Kurdistanê xwest serdana Jin TV bikin. Jin TV qenaleke ku xebatkarên wê tev ji jinan pêktê û xizmeta jinan dike. Hêvî dikin Jin TV bibe dengê hemû jinên ku heya niha dengê wan ne hatiye bihîstin. Em 8’ê Adarê li xebatkar û kedkarên Jin Tv pîroz dikin.”

Kompanyaya Gizingî Berbeyanî kompanyayeke ragihandinê ya xwesere bi xebatên jin. Bi taybet bername û dosyayên taybet li Başûrê Kurdistanê ji bo Jin TV amade dikin.

(bz)