Zapatista li herêma Chiapas konferansa xwe ya 30’an li darxist.

Herêma ku Zapatîsta konferansa xwe lê li darxist yek ji cihên herî xizan ê Meksîka ye.

Beriya 30 salan, gelê xwecih yê herêma Çîpas li hemberî dewletê serî hilda bû. Hêza xwe ya leşkerî avakir, jin jî di wê hêzê de cih girtin.

Konferans ji aliyê rêxistina civaka zapatîsta û rêxistina wan a leşkerî Hêza Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta ve 1’ê Çile destpêkir, hefteyekê dewam kir. Ji 20 welatan beşdarî çêbû.

Yekîneyên Jinên Şengalê ji bo konferansa serhildana Zapata peyam şand, berxwedana wan silav kir.

Peyama YJŞê wiha ye.

Em pêşî silav û rêzên xwe ji bo we pêşkêş dikin. Hemû kesên di Serhildana Zapatîstayê de ji bo rûmeta xwe canê xwe feda kirine û şehîd bûne bi bîr tînin.

Em wek parazvanên Şengalê kombûna we pir girîng û bi wate dibînin. Em gelên ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin pir bi rûmet dibînin.

Ji bo têkoşînek encamgir ya sereke, xwe bi rêxistin kirin û xwe parastin e.

Em dizanin ku gel û jinên Zapatîstayê li hemberî êrîşên li ser xwe , beriya 40 salan ji bo parastina xwe hêza xwe ava kirin her wiha beriya 30 salan rêxistina Zapatîstayê ava kirine.

Em van salvegerên dîrokî bi bîr tînin û gelê Zapatîstayê silav dikin. Em ji bo we serkeftinê dixwazin.

Jin û civaka Êzidî li ser fikir û ramanên Rêberê Apo xwe bi rêxistin kirin û hêzên xwe yên parastinê ava kirin.

Me xilasiya xwe di vê fikir û felsefeya azadiyê de dît û me ji bo xwe kir esasê rêxistinkirinê.

Heya niha jî em li ser vê fikrên roj bi roj rêxistina xwe xurtir dikin.

Di wê bawariyê de ne ku wê bi felsefeya jin jiyan azadî dawî li hişmendiya baviksalarî were û jiyana azad demokratîk pêk were.

Em careke din konferansa we silav û pîroz dikin, serkeftinê dixwazin.